Omer Faruk Baran li Sirûcê hat dinê. Wî mekteba pêşî û lîse li Sirûcê xwend. Li İstanbul Teknik Üniversitesi İnşaat Fakültesi, İstanbul Üniversitesi Hukuk Fakültesi, İstanbul Üniversitesi Sosyoloji, Dicle Üniversitesi Hukuk Fakültesi xwend, lê ji wan tiyan mezûn nebû. Albert Camus tesîreka mezin li salên gêncîya wî kir. Bi tesîra kitaba Itala Calvino ya ser bajaran sala 2013an derbazî Diyarbekir bû û dest bi heyateka li dora Sûrê kir. Di pêşbirkên şiîr û çîrokan de xelat sitandin. Roportajên li bloga wî deng dan û dest bi karên medyayê kir, nûçe hazir kirin, bû edîtor. Bo medyayên Amerîka û Ewrupa tercûmanî kir. Çû meydanên herbê fotograf kişandin. Kitabeka şiîran nivîsî, lê navê wê bir kir, romanek nivîsî ku roman nehat hesibandin. Fanzîneka fotografîyê derxist, 16 hejmar. Piştî fikir û xebatên 7 salan, sala 2022yan fîlmeka 1 deqîqeyî kişand û bi wê li festîvalên fîlman xelat wergirtin. Ser kultur, sanat û edebîyatê zêdetirî 100 podcast hazir kirin. Bi metneka podcastê xelata rojnamevanîyê sitand. Dersên medyaya dîjîtal û hazirkirina podcastan dan. Havîna 2023yan kitabên Benedict Anderson xwendin û fikrên wî teqloveqlo bûn.