Nav GetContact, aplîkasyonek heye, raber dike ku numareya te di telefonan de bi çi navî hatiye qeydkirin.
Min jî bi meraq aplîkasyon danî, numareya xwe têde nivîsî û dî ku ez bi çi navan hatime nivîsin.
Ömer Faruk Baran, carê kin carê dirêj, carê navê pêşî jê kêm, carê navê duduyan, bi temamê kombînasyonên navên min hatiye nivîsîn, behsa wan nekim.
Di qeydekê de li kêleka navê min emojîyeka kenê hatiye danîn.😀 Hela hela, kî ye min meraq kir. Ez ji kenê hez dikim elbet, carna krîz têne min ji kenê, lê navê ku di telefonê de emojîya kenê li ber be, enteresan..
Çend kesan li ber navê min IMC, BBC, Dengê Amerîka, Perxudes Podcast nivîsîne, hinek ji wan şaş in hinek rast, ez bi karê xwe heme di hinek telefonan de.
Di qeydekê de ez bi adresa xwe ya malê hatime nivîsîn. Netirsîyam, lê ew jî bi min ecêb hat.
Ti kesî ez bi navekî samîmîyetê qeyd nekirime. Di telefona min de jî zati herkes bi navê xwe heye. Ê rind e rind e, eşq û evîn tune, kîn û kerb jî tune, tune.
Ömer Faruk Baran