Berî Baranê ya Milco Mancheski, ku fîlmeka sala 1994an e, bi senaryoya xwe ya saxlem û bi muzîkên xwe tesîreka tam li min kir. Fîlm behsa meseleyên etnîk û dînî yên hêla Balkanan dike; meseleyên etnîk û dînî, meseleyên ku her zemanî ji xwînrijandinê re zû zemînê çêdikin. Jiber ku di fîlmê de fotografçiyek heye, fotograf hene ez bi fîlmê hinekî ser hikayeta xwe jî fikirîm. Sala 2014, 2015 û 2016an min ew herbên jiber meseleyên dînî û etnîk çêbûbûn teqîb kirin. Fotografên ji meydanên herbê hîsiyateka pîs çêdikin, li ser xwe bêjim, bo min werga bû. Di serî de ez digirîyam dema min trajedîya herbê didî, lê dûra ku min xwe îqna kir ku karê min kişandina fotografan e, îcar jî jiber çênebûna hîs û hêsiran min ji xwe nefret dikir. Milco Mancheski di Berî Baranê de bi Ernawut û Makedonên ji hevdu nefret dikin halên herba sîvîl raber kiriye. Min bi fotografan ekserî halên sîvîlên li herêmên herbê kişandin û eyba reş min ew derxistin, not û îmzayên min li ser mîna hedîye û xatirayan dan nas û dostan. Ew jî ne bes e, fedîya giran, sala 2021ê li Mêrdînê min bi performansekê fotografên herbê raber kirin. Milet hatibû li gotinên min yên ser fotografan guhdar bike, lê min bi dengê teqîn û peqînê slayteka fotografan da sêrkirinê. Pir poşman im, ne îşê îşan. Herbê, fotografên li herbê psîkolojîya min xerab kiribû, ez seba çi rabûm min bi performansa xwe dilê milet birîn kir ku, seba çi yanî. Milco Manckeski kane bi Berî Baranê halên herbê raber bike û tesîrekê li min bike, ez Ömer Faruk Baran nikanim piştî herbê bi fotografên xwe tesîrekê li însanan bikim, naxwazim. Ne pir in jî fotografên min yên herbê, lê ro bihata, baranek bihata bi ser de, min hard-dîska xwe ya ku ew fotografên herbê têda biavêta ber baranê û bîr bikira, her tişt bîr bikira. Ömer Faruk Baran