13ê meha 11an ya 2023yan derengê şevê e-mailek hat ji min re.
Navekî efsûn têde, ku bi Lyê destpê dikir, bi e-mailê re fotografên mektûbeka li ser kaxetê hatibû nivîsandin şandibû. Min ji e-mailê vekir, xwend mektûb. Guhdar L. wanî nivîsîbû di mektûbê de:
Silav! Niha li ser Spotifyê li podcastê gohdar dikim. Naskirinek ji bo min piçkî derengî ye. Dengekî şikestî ye. Beriya her tiştî em qet hevdû nasnakin. Min xwest ez vêya bînim ser ziman:) Dibe ku ez jî dengekî şikestî, rihek nexweş bim. Serdemek ji bo min jî nexweşiyeke mezin e, zêde zêde dikevim depresyonê, rihekî melankolîk. Podcastê te de dengekî zêde melankolîk dibihîzim. Bi rastî jî bi vî dengî zêde kêfxweş dibim. Mirov mîna te nikare eşkere dinyê û hisiyata xwe baş bîne ser zimên. Niha dibe ku vêya neşînim, jixwe min nivîsa xwe neeciband, zêde zêde saçmasapan hat ji min re. Tenê min ê fîlmekê pêşnîyaz bikira, dûdirêj bû. Fîlmeke zêde jê hez dikim. Piştî Qirara Veqetînê min meraq kir tê vî fîlmê çawa şirove bike. Belkî te temaşe kiribe belkî jî qet bal te nekişîne, tu û kêfa xwe:) Lê bi rastî min li podcasta te gohdar kir û ez zêde meraq dikim tê ser vî fîlmî çi bifikire! Vay ez çûm dem baş. Lê ez vê jî bibêjim, mirov wexta dinivîse çiqasî rehet dibe ya. Min xwest ez binivîsim, nexwestim mail binivîsim. Berê wekî nameyan dişandin, ez ji nostaljîyê hez dikim lê min negihatşiye li ser wê demê. Fîlma Spike Jonze, Her, sala 2013an.
14ê meha 11an ya sala 2023yan, min jî cewabeka wanî nivîsî ji Guhdar L. re
Guhdar L,
Mektûba te ya kubar û ken têde ez pir kêfxweş kirim. Ji stîla nivîsa te di serî de min berê got qey ez te nas dikim û te ji bo ez te nas nekim bi navekî mustear ji min re nivîsîye. Dûra, ku min carek du carên din çavek li mektûbê xist, min fehm kir ku tu ne ew kes î ku min guman biribû ser. Te ji dengê min melankolî bihistiye. Wê roya hanê hevalekî got ku fotografên te melankolîk in, navê te melankolîk deklanşor e êdî. Ez çi dikim, çito dikim fotografên min şa û şên dernakevin. Ku darim def û dawetan jî bi şeklekî melankolî dikeve fotografên min. Dêmek di dengê min de jî heye melankolî. Bikenim, wê di kenê min de jî melankolî hebe. ‘’Zêde zêde dikevim depresyonê’’ te gotiye. Ez dibêjim qey sedsala 21ê wê depresyonê bike nexweşîyeka nola tagirtinê, nola serêşekê. Çito ku li beqalan, li bufe û marketan hebên serêşê têne firotan ro were wê hebên depresyonê jî li wan cihan werin firotan. Realîteyek e, însan dimirin, eynî nola vê realîteyê bi min temamê însanên sedsala 21ê, kêm dibe pir dibe wê di depresyonê kevin, xelasî tune. Fîlma ku te xwestibû ez sêr kim, min ji MUBIyê sêr kir. Rind bû fîlm di MUBIyê de hebû, ez ekserî vê platformê tercîh dikim jibo sêrkirina fîlman. Her, ku bi Tirkî navê wê Aşk e, raber dike ku însan bi kaos û komplîkasyonên xwe hene û teknolojî çiqas pêş keve jî ew kaos û komplîkasyon kêm nabin, naqedin. Bi vî halê xwe yî req û realîst eynî nola karakterê fîlmê ez jî dibêjim qey min her tişt dîtiye û bihistiye. Li utopyayê dibêjim hevaleka min hebûya ku min tek royekê tek saetekê jî pê re şer nekira. Nefret dikim ji trîpan, ji hal û şêlên qehrê. Wer hatiye radeyekê ku jin û mêrên flortan jibo hevdu bêmehne bikin bi hevdu re dimeşin êdî, ne jibo hevdu pêşve bibin, ne jio hevdu çêtir û bêtir bikin. Min demên dirêj bi defterên xwe re hevalî kirin. Di dilê min de çi hebû carna hinekî bi otosansur min li wan dinivîsî û wan defteran bê qehr bê erê na îzin didan min ku ez hinekî din ji wan re bibêjim hal û hewalên xwe. Defteran ti carî tiştên min ji wan re gotibûn nekirin sîleh di min de neteqandin. Ji yekî re ji yekê re sireka xwe dibêjî, ku erd lê teng dibe, wê sirê dike sîleh di te de diteqîne, qebûl nakim vê rewşê, vî ehlaqî qebûl nakim. Spike Jonze bi Herê dibêje teknolojîya pêşketî jî nikane birînên di ruhê însanan de derman bike. Birîna tê xanê derman dibe çinku, lê birîna nê xanê, tim hinek birînên din çêdike û kûrtir dike tim wan, depresyon jî ma ne birînek e li bedenên me û nê xanê soxe.
[email protected]