Przypadek ya Krzysztof Kieslowski, ku bi Tirkî Kör Talih e, ji sala 1987an fîlmeka dramatîk û polîtîk e.
MUBIyê ser Przypadekê gotiye fîlm zorbûna lihevkirina îdealên sîyasî û kenûkêfa şexsî raber dike.
Kieslowskiyê ku bi realîstbûna xwe tesîr li min kiriye di Przypadekê de bi trênê, heyatê her carê dibe hêlekê.
Herî li trênê siwar bî heyatek, negihijî trênê dîsa heyatek, heta ku talîya talî tê mirinek.
Bi felsefe û fersendan heyat heyat e ku geh xwe li îdeolojîyên sîyasî geh xwe li mezin û maqûlan, li miqedesan digirî ku mehneyekê bibînî.
Ku bi rê dikevî li mehneyê digerî trêna heyatê li îstasyonekê îdeolojîyan derdixe pêş te, li îstasyoneka din dîn û kitaban, li îstasyonekê poşmanîyan, li yeka din hêvîyan.
Rê heyecanê çêdike û ew heyecan hez bikî hez nekî heyatê dide his kirin.
Ji salên 1990î heta salên 2010î atmosfera ez têda polîtîk û dîndar bû. Piştî salên 2010î min ya pir atmosfereka polîtîk dî.
Dema min gurmegurma herbê bihist guregura polîtîk bi min bêmehne hat; dema min dî kapîtala di destê dîndaran de ew ji ehlaq û edaleta wan dûr xistine min fehm kir ku dîn û îmana pereyan tuneye.
Sal 2023, piştî sêrkirina Przypadeka Kieslowski ferq dikim ku di boşlixekê de me. Dixwazim dest bi cixarê bikim seba xatirê sahneyeka di Przypadeka de, germ wisa û wisa sar.