Martin Eden ya Jack London ji zarokîya min vir ve li ber çavê min diket, lê wer nedibû qismet ku ez bixwînim. Payîza 2023yan, royeka bi baran min qirar da ku ez rûnim ji MUBIyê qe nebe fîlma Martin Eden sêr kim. Min fîlm vekir û xwe li ber dirêj kir ku çend sahneyên pêşî hatin bîra min. Herhal berê min fîlm vekiribû, nîvçe hiştibû. Rind e min go, rind e ez îcar biqedînim. Ji qesweta barana payîzê bû ji fîlmê bû çi bû, nîvê fîlmê de ez xilmaş bûm, xewa min hat, min fîlm girt û ketime xeweka ne xweş. Ku ez şiyar bûm, min pariyek nan xwar û dîsa li ber fîlmê rûniştim, min nîyet hebû ez biqedînim fîlmê. Dema min dest bi sêrkirina nîvê din yê fîlmê kir min fehm kir ku ya ez xilmaş kirime, ne fîlm e, lê qesweta barana payîzê ye. Fîlma Martin Eden li festîvalên Toronto û Venedîkê xelat sitandine. Bi karaktera fîlmê Martin Eden ez jî vegeriyam gêncîya xwe hinekî. Serê salên 2010î min fehm kiribû ku unîversîte êdî tiştekî nadin û min dîbû ku xwendinî jî ancax xwendinîya însên bi xwe ye. Nola Martin Eden min ji xwe re xwend, xwe pêşve bir, lê dîplomayeka unîversîteyekê neket destê min. Hinek nezanên qaşo xwendî û qaşo pêşketî ne têde ti kesî nebûna dîplomayeka min nekir problemeka mezin heta niha. Nezanên qaşo xwendî û pêşketî hinekên zengîn bûn. Hebûn hebe rind e, rind e pere hebin, lê pereperestî xusetekî pir pîs e bi min. Pereperest dibêjin qey ewê kanibin bi pereyan her tiştî bikirin, lê mal û milk çiqas pir be jî xurûr li derekê nê firotan nê kirîn. Di fîlma Martin Eden de Denise Sardisco bi çelengîya xwe ya sade û samîmî bala min kişand. Ez yê sadebûn ez yê samîmîyetê me, naxwazim şan û şatafat bibe nesîbê min, ne îşê min e.
Ömer Faruk Baran [email protected]