Guhdar L,
Te di mektûba xwe de bi bêrîkirinekê behsa giranî, fedî û heyecanên zemanên berê kiriye. Çito tu bêrîya wan royan dikî ez jî deh qat bêrîya xewa zemanên berê dikim. Vê şeva tarî û zulûmat jî parçek xew neda min ku ez pê çavên xwe bigirim. Mîna mektûbên bi bîn, xweziya mektûbên bi xew jî hebûna. Min mektûb bixwenda û ez pê hişk di xew ketema.
Dema xortanîya min telefon hêdî hêdî diketin destan û paketên mesajan diketin wan û mektûb jî hêdî hêdî radibûn. Ez kanim bêjim talîya dewra mektûban bû. Tê bîra min, min mektûbên hinek hevalên xwe yazi dikirin. A telefonan jî min ji hevalan re mesaj jî li hev dianîn ku ew ji yarên xwe re bişînin. Û salên Facebookê jî hevalan ji min dixwestin ku ez bi profîla wan bi keçikê re sohbet bikim ku muhebata wan germ bibe. Wê çaxê jî komîk bû, niha jî komîk e.
Bes tiştekî din î hîn î komîk heye. Bi salan profîlên min ên sexte hebûn, profîlên jinan. Min ew hesab pir profesyonel hazir kiribûn, tew belkî Facebookê jî wê çaxê nizanibû ku ew sexte ne. Li ser wan hesaban min tiştên edebî dinivîsîn, lê aman yarebbî, min ji destê mêran îlellah kiribû. Çi mesaj dihatin ji min re çi mesaj. Herhal tewrî zêde wan çaxan min fehm kir ku jinbûn çiqas zor e.
A-ha deng! Li nêzîkî mala min şorbeciyek heye. Jin û mêrên vedixwin derengê şevê tên wê derê. Carna bi şor û şerên giran ji şorbeci derdikevin. Niha dîsa dengê wan tê. Ez jî têm talîya mektûba xwe. Herim ber pencerê, nola ku fîlmeka Zeki Demirkubuz sêr dikim sêr bikim meselê.