19ê meha 11an ya 2023yan Guhdar H. ji Whatsappê tevî fotografekê mesajek şand. Di fotografekê de, li deftereka spîral şiîreka min hatibû nivîsîn û di mesajê de wanî nivîsîbû Guhdar H.: Silav Ömer, hêvî dikim tu rind û silamet bî 🪷 Hevaleka min heye niha di 57 salîya xwe da biryar da ku hînî Kurmancîya ku ji bîrkirîye bibe, min jî rabû “Zilfên Zelîxayê” ji re şand, gotîye “tüylerim diken diken oldu” û di heyeta xwe da yekem car metnek bi zimanê xwe nivîsîye. Eynî royê, 19ê meha 11an ya 2023yan min jî cewab nivîsî. Guhdar H., Saxî û silametîya te dixwazim, ez îdare dikim, spas. Mesaja te vê sibê ez ji Diyarbekirê rakirim birim Stenbolê. Çûm wan salên ku ez li ser Zulfên Zelîxayê dişixulîm. Min Zulfên Zelîxayê serê salên 2010î li Stenbolê nivîsîbû. Ez kanim vê eşkere bêjim, hîn dema min nû nivîsîna Zulfên Zelîxayê qedandibû min hîs kiribû ku sirek di vê şiîrê de heye. Bi vê sirrê ji şiîrên min tewrî zêde Zulfên Zelîxayê tê zanîn û tê hezkirin. Şiîr li mal û merasîman pir hatiye xwendin û pir şor û gotin hatine ber guhên min ser vê şiîrê. Rokê hevalekê ez û xanimefendîyeka jixwerazî bi hevdu dane naskirin ku em muhabet bikin. Xanimefendî akademîsyen bû. Muhabeta me doş bû çerx bû hat ser edebiyatê. De ku yek min nas nake, ser min tiştekî nizanibe, ez pir behsa xwe nakim, nikanim, dibêjim, ez tercûman im, tercûmanîyê dikim û hew. Vê xanimefendîyê edebîyat zanibû, piştî behsa kitaban kir, behsa şiîrekê jî kir ku ew bi girî kiriye. Şiîra ku behsê dikir Zulfên Zelîxayê bû, lê wê nizanibû ku şairê şiîrê li hember wê rûniştiye. Hinekî bi fedî hinekî bi xurûr hinekî şa hinekî şikestî min ji xanimefendî re got ku ‘’Ez wê şiîrê zanim, li min jî tesîr kiriye, min nivîsîye..’’ Ku min werga got şok bû xanimefendî. Berê bawer nekir, lê dûra cidîyetek hat ket muhabeta me. Min ew xanimefendî cara pêşî û cara dawî wê royê dî. Careka din min nexwest ez wê bibînim. Ne jiber tiştekî, sankî me careka din hevdu bidîta dikira derbek li şiîrê keta, min got bira derb li min keve, lê bira li şiîrê nekeve. Salê carekê du caran ez jî vedikim Zulfên Zelîxayê dixwînim. Her ku sal derbaz dibin tesîra wê girantir dibe li ser min. Her jinek, her mêrek, di Zulfên Zelîxayê de tiştekî cihê dibîne û şiîr pê di dilan de dimîne. Te ji henûnîya dilê xwe Zulfên Zelîxayê ji hevala xwe re şandiye û hevala te jî ji henûnîya bîra xwe ew li defterê danîye. Barek silav barek hurmetên ji pencerê li payîzê dinêrin. Ömer Faruk Baran [email protected]