Sveriges mest populära poddar

Perxudres Podcast

#121. Heyatên Bohem û Qehwe

1 min • 19 november 2023

Aki Kaurismaki bi La Vie De Boheme fîlmeka ser heyata bohemên Parîsê çêkiriye. Fîlma reş û sipî ya sala 1992yan bi muzîsyen, resam û nivîskarekî hal û hikayetên heyatên boheman raber dike. Di fîlmê de xizanî û perîşanîya boheman bi romantîzeka rengîn û bi mîzaheka îşê entelektuelan heye. Ê muzîsyen mesela dibêje Balzac royê 70 fîncan qehwe vedixwarine. Payîza 2023yan ez jî bi qehweyan ketim. Latte matte, kortado mortado, sert sivik qehwe çi heye min ceriband. Seba ez dest bi cixarê nekim min xwe li qehweyan girt, lê hinek cixarekêş dibêjin wê qehwe mecbûr bi te cixarê bidin kişandin. Bibim bohemekî bi qehwe û bê cixare û nerim Parîsê. Çend caran îmkanên min çêbûn ku ez herim Parîsê lê ez nizanim ji çi ye xwîna min li wî bajarî nakele wer. Bi min tim jî wer tê ku rokê ku ez herim Parîsê wê xeyalên min bişikên. Ne lazim e, îcab nake, li Diyarbekirê bohem bohem bêmehne, bi poşmanîyan hem dilê xwe dişkînim hem qafê xwe. Ömer Faruk Baran [email protected]


Fotoya li qapaxê: MUBI


Kategorier
Förekommer på
00:00 -00:00