Sveriges mest populära poddar

Perxudres Podcast

#122. Fîlmeka Ser Eşqê

1 min • 20 november 2023

Krotki Film O Milosci ya Krzysztof Kieslowski ku ji dekaloga wî fîlmeka ser eşqê ye heyecan û hezeyanê raber dike.



Di fîlmê de heyecan heyecan e ku bi meraqê çêdibe û hezeyan jî hezeyan e ku bi eşqê xwe dide der. 



Eşq û meraqa Kieslowski bi xwe însan e û kameraya wî di vê fîlma ser eşqê de dibîne ku însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne. 



Kin bibirim, gêncek di fîlmê de bi dûrbînê li mal û mehrema jinekê dinêre û dide dû dilê xwe dûra: Kaos, kaoseka sar. 



Min demeka dirêj jinek ji Whatsappa wê teqîb kiribû. Bêyî ku ew zanibe, kê ji wê re çi dinivîsî, wê ji kê re çi dinivîsî, min dixwend.

Di fîlma Kieslowski de eşkere dibe teqîbkirin, lê min ti carî eşkere nekir. 

Loma ez dibêjim a min çetintir bû ji ya karekterê Kieslowski, min pir tişt zanibûn bi Whatsappa min teqîbkirî, lê nola ku min tiştek nizanibû min hereket dikir. 



Hereket û heyateka ser teqîbkirinê, însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne.

Ömer Faruk Baran

[email protected]

Kategorier
Förekommer på
00:00 -00:00