Sveriges mest populära poddar

Perxudres Podcast

#123. E-maila Guhdar L. û Eternity

3 min • 21 november 2023
21ê meha 11an ya 2023yan Guhdar L. bi e-mailê metneka li ser kaxetekê şand. 
“Di van mehan de tenê bi tiştekî girêdayî dinyayê me. Cîrana min a ku bi min re heman muzîkê vedike. Kî ye? Yeke çawa ye? Min go em hev binasin.. Paşî pey neketim. Dibe ku nas nekim û xeyal bikim çêtir e. Wek min tenê ye? An jî keçikek biçûk e.. Ku berî dibistanê, bi cîranê xwe re dileyize. Her tişt zû diqede. Ev gumana bi êş, xwesteka min î ji bo hînbûnê… Paşî tarî, bêdengîya li derdor bêdengî… Berî ku bihar bê min ji her tiştî bawer kir. Ji sîlueta keştiya.. Û ji sîtava li ber tavê.. Û peymana derew a biharê.. Min ji teva bawer kir, berî ku zivistan biqede. Tenê poşmanîyek. Yek e qey? Ew jî nîvcomayîna her tiştî ye. Her tişt nîvco ma.. Peyv nîvco man..” Bêdawîtî û Rojek.. 

Eynî royê, 21ê meha 11an 2023yan ez bi şev li metna Guhdar L. vegerîyam. Guhdar L, 

Çito min dest bi xwendina metna li ser kaxetê kir hema ji pevyên pêşî min tê derxist ku te ji fîlma Theodoros Angelopulos nivîsîye, hat bîra min. 

Serê salên 2010î ez li Stenbolê çûbûm konsereka Eleni Karaindrou, konsereka ku konsepta wê muzîkên fîlmên Angelopulos bû. 

Wan çaxan min ji muzîk û edebîyatê hez dikir, lê min ji sînemayê hez nedikir. Ez kanim bêjim ne seba fîlmên Angelepouls, lê seba xatirê muzîkên fîlmên wî ez çûbûm konserê. 

Werga bûm wê çaxê. Sînema ancax bi muzîk û edebîyatê diket kadraja min. 

Mesela Gizli Yüz heye, Rûyê Veşartî, fîlma Ömer Kavur e, senaryo Orhan Pamuk nivîsîye. Jiber ku ez heyranekî Orhan Pamuk bûm, hîn berî Xelata Nobelê bistîne jî, min fîlm sêr nekiribû, lê min kitaba wê senaryoyê kirîbû û xwendibû. 

Em vegerin fîlma te li kaxetê nivîsîye. Ez wê fîlmê bi navê bi Tirkî zanım, Sonsuzluk ve Bir Gün û bi Îngîlîzî jî Eternity And A Day. Sonsuzluk ve Bir Gün şiirsel e, Eterity And A Day poetîk e, lê ez nizanim ji çi ye Bêdawîtî û Rojek tim bi min tehmsarkî tê. Sankî lazim e navê fîlmê hîn kûr be bi Kurmancî, sankî lazim e tesîreka hîn giran çêke. 

Min fîlm kînga sêr kir nehat bîra min, rind e te bi bîra min xist. Belkî ez rûnim careka din sêr kim. Ku ez ser nekim jî ez muzîkên wê vekim, spas.
Kategorier
Förekommer på
00:00 -00:00