‘’Bekleyiş’’ ya Aslı Akdağ, ku mehneya wê ‘’payîn’’ e, fîlmeka ser dayikbûnê ye.
Aslı Akdağ qirar daye ku bêyî ku bibe bûk bibe dê û di vê midetê de çi hatiye serê wê bi kamerayê qeyd kiriye, daye qeydkirin.
Bi Îngilizî ‘’single mom’’ e Aslı Akdağ, bi Tirkî ‘’bekar anne’’; li cem me hîn eybeka mezin e ku jinek bêyî ku mêr bike, bêyî ku bibe bûk rabe bibe dê.
Ez î çûk bûm hîn, zar bûm. Êvarekê em li derve dilizîne, qirecirek, dengê polîsan hat ji ziqaqa li jêr mala me.
Meraqa zarokane, em çend zar bi dû hev ketin çûn wê ziqaqê. Bebikeka nû hatibû dinê li ziqaqê, di tarîyê de danîbûn, terk kiribûn.
Min hîn nizanibû zarok çito çêdibin wê çaxê û min fehm nekiribû ku bebik seba çi avêtine ziqaqê, li dû xwe hiştine û çûne.
Dûra her ku ez li Sirûcê mezin bûm ez bi behrek meseleyan serwext bûm ku tirsa mirinê kane dayikekê mecbûr bike ku ew bebikeka bêzewac çêbûye li ziqaqê berde û here.
Îhtîmaleka mezin, ew bebika li ziqaqê hatibû terk kirin derzewac bû, yanî bi zewacê nehatibû çêkirin û dîya wê seba ku kes wê nekuje, çare, rabûbû bebika xwe li ziqaqê danîbû û çûbû.
Di Bekleyişê de pirs û awir li Aslı Akdağê dikevin, lê ew li welatekî muhafazakar dibêje seba zarok çêbe zewac ne ferz e û dibêje ewê mucadeleya xwe bê tirs bimeşîne.
Jiber ku di zewacan de hizûr nemaye pir û tehemûla însanan jî bi hevdu tune sedsala 21ê, wer tê xanê ku wê li hêla me ya muhafazakar jî single mom, bekar anne zêde bibin sal bi sal.
Muhafazakarî nikane rê li ber îhtiyacên zemên bigire. Niha bêjî kes îna nake, lê wextekê hinekên muhafazakar, ava malên lê radyo hebûne venedixwarine, digotine frekans avê diherimînin.
Single mom, bekar anne jî niha gorey muhafazakaran erf û edetan diherimînin, lê ku zeman hat û ferz kir ku gelek jin bibin single mom, emê li malên muhafazakar jî single mom, bekar anneyan bibînin, nola ku me li wan malan radyo, televîzyon û înternet bere berê dîtin.
Ömer Faruk Baran
[email protected]