The Future Tense, ku fîlmeka sala 2022yan e, bi heyat û hikayetên ji Îngîltere û Îrlanda meseleyên aîdîyetê raber dike.
Di fîlmê de jin û mêrekî ku karên sînemayê dikin metin di destan de heyat û hikayetên nasên xwe dixwînin û li hisên aîdîtîyetê digerin bi pirsên nola Îrlandîyek çito dibe Îrlandî, Îrlandîyên bi Îngîlizî şorê dikin ser zimanê bavûkalên xwe çi dibêjin, di mabêna London û Dublinê de ferq çi ne û ferq seba çi hene.
Min fîlm jiber zelalîya fikran û delalîya îfadekirina wan eciband, hez kir. Piştî fîlmê ez hinekî ser xwe fikirim. Bi min wer hat ku minaqeşeyên ser ziman, aîdîyet û kultûrê ez pir êşandime, pir westandime û ez heta niha jî nikanim xwe tam îfade bikim di van meseleyan de. Loma kin dibirim: Trajedî, major depresyon, bêmehne, pûç.