Rêber û rewşenbîrên Kurdan bi salan e muzîsyenên Tirkan bi dizîya muzîka Kurdî sûcdar dikin.
Ew rêber û rewşenbîr bo piştrastkirina îdîayên ser dizîyê her çiqas bi nimûne bi sedan stranên Kurdî û Tirkî didin ber hevdu jî ne li mehkemeyan ne jî li nêv milet netîceyeke çê û çak û bi tesîr bi dest naxin.
Bê mehne, bi ser de muzîka Tirkî li nêv Kurdên li hêla Îraqê û li hêla Sûrîyê ro bi ro populertir dibe: Mîsal, li Silêmanîyê jî li Kobanîyê gava yek li nêv dikanan bigere wê çend gavan carê dengê İbrahim Tatlıses bibihîse.
Eger em berê xwe bidin Kurdên li Tirkîyê jî li ba wan belkî bi tesîra zimanê mektebê, belkî jî ne jiber tiştekî, lê tenê jiber rindîya meqam û melodîyan heyranîya bo muzîka Tirkî ji berê de heye.
Şair Rojen Barnas, ku hin şiîrên wî bûne stranên Ciwan Haco, di nivîseka xwe ya sala 1997an de behsa xatirayeka bi Allı Turnam dike ku gêncên nû radibin wê stranê pirtir ji fîlmeke Nuri Bilge Ceylan ya sala 2011an zanin.
Di fîlma nav Bir Zamanlar Anadolu’da de piştî detayên cînayetê li mala mixtêr eşkere dibin, Zanlı Kenan, Doktor Cemal, Polis İzet, Arap Ali û Komiser Naci di erebeyekê de bi sahne û sekansên li ser rê û rûyên huznî dixewinin. Baran hûrik hûrik dibare, camên erebeyê şil dibin û di ber bêdengîyê re dengê Neşet Ertaş tê bihîstin:
ne onmadık kulumuşsum dünyada
ne onmadık kulumuşsun dünyada
akşam oldu allı turnam dön geri
gülüm gülüm kırıldı kolum,
turnalar hey, ah gülüm yar gülüm,
kız gülüm gülüm turnalar hey
Rojen Barnas ser vê stranê dibêje ji hesreta li xurbetê dagirtî ye û dibêje nakarata wê wî noqî binî bîra bîranînan dike û wî dibe ber dengê dawidî yê Edip Karahan yê salên 1970yî.
Şair Barnas dibêje bê guman ah gulum gulum.. a Tirkî bi bilêvkirina Edîp Abê dibû ’ax gulim gulim’eke wisa ku ji binê nixafa cegera wî ya gamêşî dihat û di xençereya gewriyê de wek babelîska kovanê li hev digerîya û bi awayekî hinavsotî derdiket.
Bi gotina pîreka Edip Karahan, Hidayet Karahan be hevalên mêrê wî li ber saz û stranên wî dest bi girîyê dikirine û dîsa bi gotina wê be wî bi qasî strana Allı Turnam ji Derdim Çoktur Hangisine Yanayım jî hez dikiriye.
Edip Karahan.. Eger meriv mîna emrê wî yê kin wî bi kurtî bide naskirin, telebeyekî ebedî li İstanbul Universitesi Hukuk Fakultesiyê, nivîskar û tercûmanek, edîtorê Dicle-Firatê, bo Türkiye İşçi Partisiyê serokê şubeya Eminönü ya Stenbolê, sirgûnê li hêla Çomanê bi navê Mam Azad li ser xwe mayî, mişterîyê Batı Oteli ya Aksaraya Stenbolê, kar û xebatên DDKOyî, hepsîyê hesabî, allı turnamê sala 1976an bi krîzeke dilî ji dinê xatir xwestî..
Bir Yalnız Adam, Weşanên Elma, 2005
Nuri Bilge Ceylan, Bir Zamanlar Anadolu'da, Doğan Kitap, 2019