Sînefîlan, kesên ser sînemayê dinivîsin, dişixulin çend caran ji min re gotibûn ku tiştekî meke here “Bisiklet Hırsızları”yê sêr ke.
Bi navê xwe yê orîjînal î Îtalyanî Ladri Di Biciclette, ku mehneya wê Dizên Pisiqlêtan e û fîlmeka sala 1948an e, ancax talîya 2023an re bû nesîbê min ku ez rûnim wê sêr bikim.
Piştî sêrkirina Dizên Pisiqlêtan min jî heqek da wan sînefîlan ku vê fîlmê di tarîxa sînemayê de datînin cihekî muhîm. Mîna ez kitabekê bixwînim min fîlm bi heyranîyekê sêr kir û ez pê çûm zarokîya xwe.
Serê salên 2000î bû. Traktora me hatibû dizîn li Sirûcê. Girîyên jinan ji bîra min nare, eynî nola jina wî mêrikê fîlmê, wî mêrikî pisiqlêta wî tê dizîn digirîyan. Peya jî piştî çûbûn xeber dabûn polîsan li hev kom bûbûn ku çarekê bibînin, tevdîrekê bigerînin ser traktorê.
Di meseleyên dizîyê de trajedî û trawma çiqas giran dibin însan jî ewqas nêzîkî sir û efsûnan dibin; seba li hêvîya tiştekî bin û xwe li heyatê bigirin. Eynî nola fîlmê, eynî nola bav û kurê bo rewşa pisiqlêtê ho bibin darin cem jineka li fehlan dinêre, çend mezinên min jî seba em traktorê bibînin ez rakirim birim ba xocekî li Nizib. Wê çaxê digotin li filan gundî sîlehek hatiye dizîn, û wî xoceyî jî bi xwendinîya xwe tespît kiriye ku sîlah li filan derê, li filan talê, li koka filan darê hatiye veşartin.
Ez zarok im hîn, em darin cem xoce lê seba çi min jî dibin ez tam nizanim. Tenê zanim ku li rê em birçî bûne, em çûne restoroneka rind û min bi kebabeka tehma we ne îşê îşan xweş zikê xwe têr kiriye.
Neyse, em li Nizib çûn maleka mîna koxikekê, mezinan silav li xoce dan û em rûniştin. Piştî mezinan hal-mesele gotin, xoce ji min xwest ku ez rabim herim avdestekê bigirim û vegerim werim rûnim.
Cih raberî min kirin, ez çûm min bi tirs avdest girt û ez vegerîyam hatim hinda xoce, rûniştim. Metn çi bû nizanim, mîna pelgên Quranê hinek pelg hebûn li ser sehpaya li pêş xoce, qedehek av, defterek, qelemek û gustîlek. Xoce ji min xwest ku ez li ava di qedehê de binêrim, min nihêrî, dûra ji min xwest ku ez li gustîlê binêrim, min nihêrî, xoce gustîl ji sehpayê rakir, rakir jor û berda, gustîl liq û ket avê. Dûra li defterê tiştek yazi kir xoce û kaxeta yazi lê ji defterê qut kir û qexat di avê da kir, kir pistepist û anî kaxeta şil li rûyê min zeliqand. Çavên min girtî, tiştekî nabînim. Xoce bi dengekî ku xof xiste hindurê min got, “wê niha werin..
Deng ji herkesî hatiye birîn, solix û nefesan nabihîsim. Çavên min girtî ne, lê zanim ku herkes bi meraq li min dinêre, li devê min. ‘’Hatin?’’ got xoce, ‘’Na’’, min got. Dîsa kir pistepist û got ‘’Wê niha werin, bipirse, bêje kê traktor bir, çend kes bûn, çûn kîjan hêlê..’’ Sankî mejîyê min dirijiya çavên min, behrek mesele dihatin bîra min, lê kes nedihat ku ez jê traktorê bipirsim.
Xoce rabû careke din, jinûve gustîl avêt avê, li kaxetê nivîsî û ew anî li rûyê min zeliqand, lê çi fayde, dîsa kes nehat. Hêvî ji min hatibû birîn û ez pir mehcûb bûbûm. Sankî sûc sûcê min bû, sankî min dizîbû traktor, sankî min traktor nedîbû, sankî min pir fedî kiribû, sankî.
Ömer Faruk Baran
[email protected]