Sveriges mest populära poddar

Perxudres Podcast

#134. Fîlmeka Ser Kuştinê

1 min • 28 november 2023

Fîlmeka Ser Kuştinê ji dekaloga Krysztof Kieslowski nola navê xwe fîlmeka ser kuştinê ye. 

Di fîlmê de Kieslowski bi senaryoyeka sade his û hesasîyetên ser sûc û cezayan raber dike. 



Gêncekî boş û betal dibe qatil di fîlmê de û avûqatekî nû dest bi meslekê kiriye avûqatîyq wî dike. 

Sûc û ceza ji Habîl û Kabîl vir ve hene û heta niha jî kesî nedîye ku cezayên jibo sûcan têne dayîn dinê xweştir kirine. Hinekên ser sûc û cezayan serên xwe êşandine, dibêjin mexseda cezayan gerek îslehkirin be, eger îslehkirin tunebe ceza jî bêmehne dimîne. 

Hepsên hikûmetan hene, lê sedsala 21ê hîn jî heps nebûne cihê îslehkirinê. Ceza jibo îslehkirinê ne, jibo girtin û kontrolkirinê têne dayîn. Cezayê kuştinê lê? Gerek kuştin be cezayê kuştinê? Kieslowski di roportajekê de dibêje ew îdamê qebûl nake, nabe ku yek seba kuştina yekî were kuştin. Meseleyên însanan, meseleyên giran, meseleyên hebûn û nebûnê. Loma ha te fîlmeka Kieslowski sêr kiriye ha te kitabeka Dostoyevsky xwendiye, eynî ye. Ömer Faruk Baran [email protected]


Kategorier
Förekommer på
00:00 -00:00