Tarîxçe-î Heyat ya Bedîuzzeman Seîd Nursî dibêje dema ew li Isparta dima jin, mêr, gênc, kal û pîr bi hezaran telebeyên wî yên ji wan hêlan rîsaleyên wî yên nûr bi yaziyên destan neşr dikirin. Gorey wê tarîxçeyê wan çaxan hinek telebeyên wer wisa hebûne ku 7-8 salan ji malên xwe dernediketine û bi ro û şev Rîsale-î Nûr dinivîsîne. Tê gotin ku wan salan bi sed hezaran nusxeyên Rîsale-î Nûr bi xetên Erebî hatine nivîsîn û hatine belakirin.
Sîyasetvan Süleyman Demirel mesela, ku ew jî ji hêla Isparta ye û li dewleta sek-sekuler ya Tirkîyê heft caran bûye serokwezîr, di roportajekê de behsa wan rîsaleyan dike. Demirel ser rîsaleyan dibêje ‘’Salên 1930î ez zarok bûm, min ew cara siftih wê çaxê bihîstin’’ û dibêje ‘’Li gundê me İslamköyê belkî li 15-20 malan Rîsale-î Nûr dihatin nivîsîn, dihatin neşr kirin.’’
Serê salên 2000î geh li Sirûcê geh li Riha şevên Înê seba ez gunehan ji xwe daweşînim û bi fikr û fiîlên pak li heyatê vegerim, di ziqaqên teng û tarî re car caran diçûm malên Nûrcîyan û min li wan malan ji wan ne ewên dinivîsinin, lê ewên dixwînin nas dikirin.
Hebûn hinek; hebûn hinek bi mehan bi salan tew ji mal derneketibûn û wer Rîsaleyî Nûr xwendibûn. Bi min pir ecêb dihatin. Hîn jî bi min pir ecêb tên; ewên tim bi tenê Rîsale-î Nûr nivîsîne, ewên tim bi tenê Rîsale-î Nûr xwendine, pir ecêb. Nivîskar Orhan Pamuk ku di epîgrafeka Kara Kitapê de ji İbni Zerhani neqil kiriye: Ti tişt nola heyatê ne ecêb e, xêncî nivîsê. BÎBLÎYOGRAFYA
Kovara Nûbihar, Hejmara 167yan, Pak Ajans - 2024
Orhan Pamuk, Kara Kitap, İletişim Yayınları - 1997 Risale-i Nur Müellifi Bediüzzaman Said Nursi Tarihçe-i Hayatı, Şahdamar Yayınları - 2013
Murat Arslan, Süleyman Demirel, İletişim Yayınları - 2019
Bi yaziya destan Rîsale-î NûrLi ortê Süleyman Demirel, bi dê û bavê xwe re.
✍️ Di vê xelekê de bi navê Seîdê Nûrsî meseleya xwendin û nivîsînê heye.
📸 Fotografa li qapaxê: Sala 1958an li Afyonê hatiye kişandin. Î fotograf kişandî gorey gotina Kemal Ural, Tuncer Nurî Yükselê 16 salî kişandiye. Ural dibêje Seîd Nursî piştî çend fotografan dibîne ku fotografên wî têne kişandin û destê xwe radike, ''di-bes!-îne.''