Ez û Harun piştî muhbeta me ya li Stenbolê li Diyarbekirê hê nû hevdu dibînin; berêvarek e, saet 7 e li Meydana Daxqapiyê.
‘’Berêêêê ez hinek titûn bistînim, paşê jîîî em herin li Sülüklühanê rûnin’’ dibêje Harun.
Em titûncîyekî dibînin û Harun ji titûnci ewa Lîcê pirs dike. Harun û titûncî di kirîn û firotinê de, ez li dikanê eynikekê dibînim û li xwe dimêzînim. Gelo Harun, ew min çawa dibîne, ka şêrîn im, şêrîn û xweşkok im?
Harun dipêçe, yekê ji vê yekê ji wê dipêçe û em derdikevin.
Li Sülüklühanê cîh tune, em derbazî Hewş Kafeyê dibin. Heta xwarinê dixwe jî bi rûyekî tirş û bê deng li dora xwe dimêzîne, li min namêzîne Harun. ‘’Îro xebereka nebixêr, ne baş hat, hinekî bêhna min teng kir’’ dibêje Harun û titûnê kûr-kûr dikişîne.
Wiha, wekî giranîyekê ye halê Harun li ser min, bi min dide hîskirin ku ew min naxwaze.
Bêmehne, boş û betal em behsa rewşa dinê dikin. Dibêje ‘’Divê ez e-mailekê bişînim’’ û berê xwe dide laptopa xwe. Ez jî di ber re di ber re dipirsim, ‘’Îşev tuyê li ku bimînî?'' dibêjimê.
Dibişire, dikene Harun, ez jî dikenim, lê cewabeka zelal tune. Halbû duh gotibû ku ‘’Ezê li ba te bimînim’’, lê îşev hatiye ji min re behsa mala Zişanê dike. Zişan ji ku derket!
‘’Tuyê werî li mala min bimînî!’’ dibêjimê û deqîqe li ser deqîqeyê israra xwe zêdetir dikim. Gava dibêjim ‘’Ka te duh soz dabû?’’, dibêje ‘’Hê wext heye, emê hal bikin.’’
Di demên dawî de çend caran sîleh teqîyan li dora Hewş Kafeyê. Em ditirsin hinekî, ez ditirsim ya rast. Di ber tirsê re dengê muzîkên Ciwan Haco tê, şêrîn şêrîn, hûrik hûrik, lê wext derbaz nabe.
Li laptopê dimêzîne Harun, ez jî li wî dimêzînim, xerîteyeka rûyê wî çêdikim. Nîyeta min heye bêjim ‘’de bes e, bigire laptopê’’, nîhayet ew digire.
‘’Em hinekî bimeşin?’’ dibêje Harun, ‘’di rê de emê sohbet bikin.’’ Teklîfeka şêrîn, dixwazim meşa me here ber derîyê xêrê li Meydana Daxqapîyê.
Di sûkên teng re, di ser kevirên xwaro-mwaro re em dimeşin û destên me li hev dikevin. Lê ka çima, jiber çi destê min nagire Harun? Qey ne mesaj şandibû ji min re, gotibû ku ‘’Ez destê te diavêjim ser sîngê xwe û wilo, bi wî şeklî radizêm.’’ Bigire destê min malmîrat, li ber te me ya xwelîser, li ba te me ya..
Sohbet tune di rê de. ’’Em li vir çayekê vexwin?’’ dibêje Harun. ‘’Dibe’’ dibêjimê û em ber bi Dicle Büfeyê ve dimeşin. Çavên wî li du tabureyan, ‘’çawa ye?’’ dibêje, ‘’baş e’’ dibêjimê.
Tekrar tekrar dibêjim, dubare dubare, dehbare dehbare dibêjim ‘’Were li mala min bimîne îşev.’’ Eger em îdama Şêx Seîd û hevalên wî nehesibînin vê meydanê berê ti carî eybeka wisa nedîtiye dibêjim ji xwe re. Tam wê gavê ferq dikim ku em di destpêka xatirxwestinekê de ne, em ji hevdu qut dibin.
8 salên berê, şevekê, dema min ew cara ewil dîtibû bi arzûyên zar û ziman ji min birîbûn, min xwestibû ku ez bidim dû dilê xwe, dilê wî û dilên me herduyan şa bikim. Û niha li hember min bû Harun, û min li çavên wî dimêzand.
Harunê han, ew Harunê ku ez piştî 8 salan du hefteyên berê pê re ketibûm mesajên eşq û evînê - dilê wî jî hebû di mesajan de - niha hatibû ji min re digot ‘’Ez naxwazim werim mala te’’
Li asê mam, li asê dimam, min nizanibû ku çi bêjim, çi bikim, bi ku ve herim ku min got ''Em rabin?''
Barekî giran li ser mil û polên min, li dilê min janeke qehr û jehr têde, rihê min li gîrdabekê em ji ser tabureyên Dicle Büfeyê rabûn û em çûn, ew çû, ez çûm.
Guhdar R.