Sveriges mest populära poddar

Perxudres Podcast

#171. Çanakkale û Çeneqqele

4 min • 31 oktober 2024

Di vê xelekê de Ruhi Su, mirîdên şêxên Kosan û Çanakkale û Çeneqqele hene.


bo xatirayên bavê min yê rehmetî ku sala 1965an
li Geliboluyê eskerekî 22 salî bû.

Süleyman Nazifê Diyarbekirî sala 1909an di yaziyeka xwe de rêber û rayedarên Osmanliyan dide ber top û tîran.
Di yaziyê de, Süleyman Nazif dibêje Kurd bi tercîhên xwe ketine bin hikmê Osmanliyan û dibêje yek îstîsna ne têde wan di çar sed û çend salan de tim zilm û heqaret dîne.

Hem mehnedar û hem matemdar, Süleyman Nazif dibêje herin bi belgeyan li pêş qeleyên Gîrîtê û sûr û bedenên Vîyanayê binêrin, hûnê cesedên Kurdan bibînin.

Gotina talîyê di yaziyê de, Süleyman Nazif dibêje, Kurd qehremanên mazlum in, ew tim dixwazin bi rindîyê di bin hikmê Osmanliyan de bimînin û dibêje lazim e hikûmet jî guh bide ser hal û hewalên wan û heqên wan bide.
Süleyman Nazif, yazi berî Herba Çeneqelê ya sala 1915an yazi kiriye.
Eger Süleyman Nazif yazi piştî Herba Çeneqelê yazi kira herhal wê behsa wan Kurdan jî bikira ku di wê herba giran de jî hatine kuştin.

Sermeselê, Herba Çeneqelê herbeka wer giran bûye ku li Sirûcê sal 2024 li tekyayên şêxên Kosan şevên zikr û fikrê hîn jî ser wê herbê beyt û xezel, şiîr têne gotin.

Mirîdên şêxên Kosan di destan de def dibêjin, emrê herbê derketiye ser sêri û herdu çavan e, şewitî Çeneqqele bûye qesabê mêran e.

Bi mecaz û metaforan dewam dikin mirîdên mala şêx, dibêjin seferek radibû ji Diyarbekir, pêşî hat Rihayê kincê cengê li xwe kir, berî dane Helebê xan û qişle qîm nekir.

Qeydên Milli Savunma Bakanlığı ya Tirkîyê, ku wezareteka ser eskerîyê ye, raber dikin ku di Herba Çeneqqele de ji Osmanliyan 49,544 kes hatine kuştin.
Gorey qeydên nifûsan ji wan 49 kes ji Diyarbekir, 248 kes ji Riha û 399 kes jî ji Heleb in.
Bi qeydên Milli Savunma Bakanlığı ya Tirkîyê tê xanê ku ji bajarên wê çaxa Osmanliyê tewr zêde Helebê can dane ku ew bajar îro ro di hidûdê dewleta Sûrîyê de ye.
Dengê mirîdên şêxên Kosan li erş û ezmanê Sirûcê, ser Herba Çeneqqelê dibêjin, şûna xeber û mektûban cinaze hatine mal e, rihelên van gêncan diman li ser terzîyan e, bûkên kefbihine li xwedîyan vedigerîyane.

Sirûc, ew Sirûc ku di Herba Çeneqelê de hinek ji gundên wê yên nola ji Qerê, ji Giregewrê, ji Mizarê û ji Elîgor 45 can dane.

Omer Faruk Baran

Süleyman Nazif. Foto: WikimediaMirîdên Şêxên Kosan. Foto: YouTube - Ramazan Kuş Resmi Sayfasıji rûpela T.C. Milli Savunma Bakanlığı - Wezareta Berevanî ya Tirkîyê, 2024.


Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/canakkale-u-ceneqqele

Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/

Youtube:https://youtu.be/_itZx9VnHIo

Spotify:https://open.spotify.com/episode/0HrGcXg9ucO25FJ0kYR346

Kategorier
Förekommer på
00:00 -00:00