Dinê di talîya 2024an re ji Sûrîyê dît ku beyraqek çito bi bayê bezê dikeve xwarê û li şûna wê çito yek radibe, li ba dikeve.
Hema bêje temamê mîr, wezîr û kizîrên dewletên dinê bi pêşveçûn û serketina muxalîfên bi salan di Îdlibê de asê mabûn şok bûn.
Dema muxalîfan beyraqa xwe li Şama paytext bilind kir dewletên giregir dest bi danûstandinan kirin ku wê beyraqê bi rêkên resmî nas bikin.
Muxalîfên piştî herba sîvîl ya 13 salan di 12 royan de gihîştine Şamê û bûne îqtidar beyraqa wan demên ku Sûrîyê xwe ji bin destê Fransa xelas kiriye jinûve hilda.
Beyraqa dewra hikûmdarîya Esadan yek sor, yek sipî, yek reş bi sê şerîdan e û di ortê de du stêrkên kesk hene.
Sor xwîna rijîyayî raber dike, sipî nîşana aştîyê ye û reş jî zordestîya li ser Ereban temsîl dike.
Her du stêrkên kesk jî nîşana Sûrîye û Misirê ne ku ew ji 1958an heta 1961an tev meşîyabûn, bi hevdu re dewleteka Ereban çêkiribûn.
Dibêjin bavê Beşar Esad, Hafiz Esad û komutanên Partîya Baas piştî derbeyê gotine, ‘’beyraqa me ji vir û pê ve ev e.’’
Komên muxalîf jibo xwe ji hikûmeta Esad û dewleta wê cihê bikin bi beyraqeka hinekî nû hinekî nola ya berê rabûn.
Di beyraqa muxalîfan de li şûna şerîda sor, şerîda kesk hat danîn û stêrk jî hatin sorkirin û sisêkirin. Sê stêrk, sê mintiqeyên mezin yên Sûrîyê, Heleb, Şam û Dêrezorê temsîl dikin.
Monîtor û medyayên ku herba Sûrîyê teqîb dikin, dibêjin li welatî, tewr pir Lazkîye û Tartus li hêla Esad sekinîn.
Lê dibêjin dibêjin piştî Esad ket û ji Şamê revîya, piranîya şênîyên wan hêlên Lazkîye û Tartus hema pozîsyona xwe guhert û beyraqa muxalefeta berê û îqtidara nû anî danî r profîlên xwe yên li ser sosyal medyayê.
Dibe elbet, bi hikûmdarîya beyraqan her tişt dibe: Eyşe Şan e ku di wê stranê de, Were Keçê Nav Zebeşan, bi mehne û bê mehne dibêje were keçê keçê hikûmdarê, were yadê yadê beyraqdarê.
Omer Faruk Baran
*Lînk 2 - Spotify: Strana Eyşe Şanê - Were Keçê Nav Zebeşan