Spotifyê, ew platforma populer ya muzîk û podcastan, lîstên 2024an eşkere kirin.
Her çiqas min sala 2024an gorey 2023yan a pir ji YouTube Musicê li stran û kilaman guhdarî kiribe jî seba tarîxa xwe ya şexsî ezê behsa lîsta xwe ya Spotifyê bikim ku her ro du ro çav û guhên min li ser wê platformê ne.
Qeydên Spotifyê raber dikin ku min sala 2024an tewr zêde li Meçhul ya Sercan Öztürk guhdarî kiriye. Vê muzîka enstrumantal ez pir êşandim. Qey ez hinekî mazoşîst im ku min zêde zêde vekiriye guh daye ser vê enstrumantalê; nizanim.
Di rêza 2yan de bi dengê Sezen Aksu Ne Ağlarsın heye. Ser vê strana Aşık Daimi hinek rast hinek ne rast pir tişt hatin gotin. Ji wan gotinan dûr, wer di halê xwe de, tik û tenê, bêyî ku bigirîm ez min jî ji xwe re digo, wê va jî derbaz be lo de megirî.
Dîsa muzîkeka enstrumantal heye di rêza 3yan de. Ji Faolan, Princes of Persia. Dinê lihevketî ye. Îran, Îraq, Sûrîye û Tirkîye. Hinek ji sedrê dikevin, hinek tên sedrê. Tu were di vî halî de here ji prensesan pirs bike sebrê.
Züleyha ya bi dengê Münevver Özdemir di rêza 4an de ye. Münevver Özdemir strana bavê xwe Çetin Özdemir gotiye. Stran straneka Riha ye.
Bi dengê Metin Kemal Kahraman Ez Qizilbaş Im di rêza 5an de ye. Metin, Kemal Kahraman bi stranên xwe yên bi Zazakî têne naskirin. Wan bi Kurmancî gotiye Ez Qizilbaş Im, ji ewladê Elî re dilxweş im. De ez jî seba şahê merdan û merdê meydan bi Zazakî bêjim, Ez Qizilbaş A.
Şu Dirmilin Çalgısı bi tevkarîya DÜNYA, Mehmet Ali Sanlıkol, Brenna MacCrimmon di rêza 6an de ye. Hez dikim ji folk muzîkê. Li rêza 7an Xem Grani heye bi dengê Siyabend. Stran berê ji Soundcloudê li ber guhên min ketibû. Gava min di Spotifyê de dîbû heyecaneke xweş çêbûbû bo min.
Careka din Züleyha. Îcar jî bi dengê Erkin Koray, bi stîla rock, di rêza 8an de.
Li rêza 9an bi tevkarîya Armanian Navy Band û Arto Tunçboyacıyan Here’s to You Ararat heye. Min berê jî gotibû, eşkere kiribû ku ne ji Gilîdaxê hez dikim ne jî ji Ağrı Dağıyê. A min, ez dibêjim Ararat, kî çi dibêje bira bêje.
Û li rêza 10an jî bi dengê Şakiro, Îbo Begê Parsînî. Meseleka pir giran e û heqîqeten jî nav û namûs, şan û şeref ne lîska zarokan e.
Omer Faruk Baran
Lînk 1 - Spotify: Ji vê lînkê tu dikarî li temamê Deh Muzîkên Min guhdarî bikî.
Lînk 2 - Spotify: Ez ser Zazakî dişixulim. Seba vê meselê min xelekek hazir kiribû, li vir e.