Sveriges mest populära poddar

Perxudres Podcast

#183. Mektûba Guhdar D. û Taktîk û Toksîk 🥼

3 min • 2 januari 2025

Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcat e. Ez Omer Faruk Baran, ji vê podcastê mektûbeka Guhdar D. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me. 


Merheba! Ez Guhdar D., ew bû deh sal in doktorîyê dikim û nêzî du salan e hema bêje li onkolojîyê dixebitim. Jibo doktorîya min, salên min yên borî tiştekî din in û salên min yên li onkolojîyê tiştekî din. 


Ser salên li onkolojîyê bêjim: Berî her tiştî, gava nexweş dikevin polîklînîkê, jiber nexweşîya nav-nexweş elbet, ez dixwazim dilên wan aş bikim.


Jiber ku dema ez zarok bûm bavê min ez bi Kurmancî, bi kilaman aş dikirim, zimanê min jî, yê aşkirinê Kurmancî ye.


Ku ez xaltîyên dolbendsipî, xaloyên bi şal û şapik, jinên di orta zivistanê de bi gore û şimik, yan jî xortên nola qirixên Diyarbekir dimeşin û ji min re nabêjin ‘’doktor xanim’’ lê dibêjin ‘’ablaam’’ dibînim, bi Kurmancîya min û wan xeber didim.


A rast, nexweş gava zimanê xwe dibihîsin, di destpêkê de aş nabin, şok dibin. Tedawîya kanserê li dera han, li bajarê mezin, li xestexaneya mest î mezin doktoreka ojelî û bi Kurmancî meseleyeka din çêdike: Dilên me bi hevdu re nerm dibin.


Nexweş li hêlekê, doktor li hêlekê, a normal, gerek sînorek hebe. Lê sînor, li polîklînîkê jiber zimanê min û wan nexweşan radibe, wenda dibe û taktîka min ya ser aşkirin û başkirinê hêdî hêdî toksîk dibe. 


Di şert û mercên klasîk de nexweşek di deh deqeyan de dide û distîne, lê nexweş gava Kurmancîya min û wan dibihîsin, dest bi sohbeteka din dikin: 


Ez ji ku me dipirsin û ser cîh û warê min bi hezaran meseleyan dibêjin û dixwazin bi zorê em bibin nas û eqrebayên hevdu. Pirseka din, pirseka din, pirseka din, pirseka din ser heyata min ya şexsî tiştên pir xusûsî jî dipirsin pir caran. Heta numareya telefona min jî dixwazin û naxwazin ji hinda min biçin.


Ferq dikim ku taktîka min, toksîk toksîk min diwestîne. Lê ez çi bikim, ez, nexweşên min, zimanê me, dîsa em in, em xwe li hevdu digirin û dibin mûmeka mezin, dişewitin xwe bi xwe, dişewitin bi hev re, û dişewitin.


Guhdar D. 


Hûn jî dikarin not, nivîs, mektûb û fotografên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin.


Jibo eseran adres: [email protected] 


Lînk 1 - Substack: Eger tu dixwazî metnên vê podcastê werin ser e-maila te ji vê lînkê tu dikarî bibî abone. Belaş e û baş e.


⁠⁠Lînk 2 - Spotify: Mektûba Guhdar M. û Dîwarên Bilind û Qalind⁠⁠


⁠⁠Lînk 3 - Spotify: Mektûba Guhdar Î. Berî Ew Bigirî ⁠⁠


⁠⁠Lînk 4 - Spotify: Mektûba Guhdar B. û Çend Paket Hêsir⁠⁠


⁠⁠Lînk 5 - Spotify: Mektûba R. û Xatirxwestin


Lînk 6 - Spotify: Mektûba Guhdar D. û Şimikên Sor


Lînk 7 - Spotify: Mektûba Guhdar YZ. û Beytarê Mirîşkan

Kategorier
Förekommer på
00:00 -00:00