Di gêncîya min de ‘‘yara min’’ bi rîtm û retorîka xwe û bi dengê koroya NÇMê straneka şahîyê bû, ez pê şa dibûm, radibûm reqsê:
çavê reş û belek tevde kil dane, bejna yarê zirav e wekî leylan e
Stran dîsa eynî stran, rîtm û retorîk dîsa eynî rîtm û retorîk, koro dîsa eynî koro, lê qey wext derbaz bû, qey ez serwext bûm:
yarê li me barî berfeka pûk e, yarê min bihistî tu bûyî bûk e
Havîn be zivistan be ferq nake, êdî ranabim reqsê, dadikevim xeman, bi xeman dikevim, dikevim.
Omer Faruk Baran