Not û nivîsên hevalên Kemal Badıllı raber dikin ku ew efendî û çak û çelengekî dewra xwe bûye. Mesela Musa Anter di xatirayên xwe de ser Kemal Badıllı dibêje şibêtê lordên Îngîlîz bi wî diket. Yaşar Kaya behsa rabûn û rûniştina wî ya nazik û nestêle dike û dibêje him mîna centîlmenan bû him jî mîna alimên dîndar.
Bes pesn li şûna xwe, şair, nivîskar, awûqat Kemal Badıllı di sala 1959an de bala dewleta Tirk kişandiye. Îstixbaratê di raporekê de, ku bo serokomarê Tirkîyê yê wê çaxê Celal Bayar hatiye hazirkirin, ser wî gotiye ‘’Kurdperwerê îdealîst.’’
Hema du salan li dû vê tarîfê, di sala 1961an de, Kemal Badilli bûye miletwekîl û çûye meclîsa Enqerê. Wê çaxê jî li meclîsa Tirkîyê ser meseleya Kurdbûnê mîna her tim ji Kurdan û Tirkan tengereng dihatiye. Tarîxci dibêjin di wan deman de Wezîrê Saxlemî yê Tirkîyê Yusuf Azizoğlu, ku miletwekîlê Diyarbekir bûye, ser xizmetên bo bajarên Kurdan bi Kurdperwerîyê hatiye sûcdarkirin û ew jî rabûye bo vê sûcdarkirinê pûç bike di meclîsê de mealen gotiye, ''Em Tirk in, Tirkên esîl in.''
Dibêjin miletwekîlê Riha, Kemal Badıllı li ser vê şorê, ji Yusuf Azizoglu re gotiye ‘’Qey tu fedî-ar nakî?’’ û kaxetên li pêş xwe dane ser hev û avêtine rûyê Azizoğlu.Li gor hin îdiayan Kemal Badıllı wan çaxan ser gramera Kurdî dixebitîye û ew kaxetên bi nivîsan dagirtî jî destxetên wê gramerê bûne. Dûra ku çi bûye çito bûye, malumat tune, nayê zanîn, Kemal Badıllı gramera xwe di sala 1965an de derxistiye.
Di pêşgotina gramerê de Kemal Badıllı dibêje wî di salên 1940î de, hîn dema li Kabataş ya Stenbolê lîse dixwendiye dest bi hazirkirina wê kiriye.Belkî jiber îmtîyazên siyasî ye, gramera Kurdî ya Kemal Badilli bi îzaha Tirkî hazir kiriye bi ti zilmûzorîya bi destê dewletê re rûbirû nemaye.Feqi Hüseyin Sağnıç ser gramera Kemal Badıllı dibêje dewletê nola ku kitabeka wisa tew derneketiye hereket kir.
Dewletê rê li ber gramera Kemal Badıllı negirtiye û neşewitandiye wê çaxê ew, lê rewşenbîrekî dewra Kovara Hawarê ji wê wer ne razî bûye wer ne razî bûye ku xwestiye ku nivîskarê wê bi xwe, bi destê xwe bişewîtine. Nûreddîn Zaza di mektûbekê de, ku di 1965an de ji Hemreş Reşo re hatiye nivîsîn, wanî dibêje:Kemal Badilli Rêzimana Kurdî çêkirîye. Min ew xwend. Eger nasîya te pê re hebe jê re bibê ku kitêba xwe bişewitîne û here zimanên Celadet Bedirxan, Reşîdê Kurd, Qanatê Kurdo û ya Kumuran Bedirxan bixwîne û piştre kitêba xwe ji nû ve binivîse.
Badıllı, Kemal: Türkçe İzahlı Kürtçe Grameri, Med Yayınları, 1992
Zaza, Nûreddîn: Nameyên Nûreddîn Zaza, Amedekar: Mahmûd Lewendî, Nedîm Baran, Weşanxaneya Rûpel, 2019
Anter, Musa: Tüm Eserleri, Aram Yayıncılık, 2021
Sağnıç, Feqi Hüseyin: Portreler, İstabul Kürt Enstitüsü Yayınları, 2000
Temel, Celal: 1984’ten Önceki 25 Yılda Türkiye’de Kürtlerin Silahsız Mücadelesi, İsmail Beşikçi Vakfı Yayınları, 2020