Perxudresê sala 2015an bi blogê dest bi weşanê kir. Li ser zemîna wê blogê Adara 2022yan Perxudres Podcast çêbû. Perxudres Podcastê notên ser kultur, sanat û edebîyatê weşandin û berî ku saleka xwe qut bike xelateke rojnamevanîyê sitand. Nîsana 2024an, Perxudres Podcast qulibî notên ser heyatê û jibo aboneyan dest bi şandina bultena xwe ya bi fotograf û metnên podcastan kir. Perxudres Podcast bi edîtorîya Omer Faruk Baran her Pêncşem di saet 5:50 pm de xelekeka nû diweşîne.
https://perxudrespodcast.substack.com
The podcast Perxudres Podcast is created by Ömer Faruk Baran. The podcast and the artwork on this page are embedded on this page using the public podcast feed (RSS).
felek sen ne feleksen
bağrım ettin elek sen
aldın gülyüzlü yarim
daha neme gereksen
elbet yüzüm gülecek
bülbül güle erecek
bu karanlık günlerin
bir gün sonu gelecek
ağla gözlerim
sızla gözlerim
beni felek vurmuştur
yanar gezerim
ben felek vurgunuyam
ağlar gezerim
Abullah Balak (1938 - 2017)
felek tu çi felek î çiqas xerab î
te singê min qulqulî kir, kir seradî
ew yara min a şêrîn û şekir bir te
ez nizam ka tu ji min hîn çi dixwazî
qey elbet wê rûyê min bikene
bilbil e here li gulê vene
van şevên tarî wê biqedine
de bigirî çavê mino
bişewite dilê mino
vê felekê li min veda
digirîm û digerimo
bi tercûmeya Omer Faruk Baran
Di vê xelekê de mektûbeka Guhdar M. heye.
Dostumê min î delal,
Cara dawî min çi wext mektûbek nivîsî, nayê bîra min. Feqet ez nola navê xwe zanim ku tu bi salan e li heps û zindanên her bajarekî dûr li benda mektûba min î. Zanim, ez zanim ku dilê te ji min maye, û ez zanim ku ji te wetrê min tu bîr kiriyî, lê na, tu her di her bîra min de bûyî, tu her di bîra min de yî.
Bi salan e bi xwe de ketime, qebûl nakim, nikarim halê te yî hepsî qebûl bikim. Însanek jibo çi jiber micadeleya ser edalet û azadîyê dikeve hepsê ku? Ew kîjan feraset e ku însanên mîna te sirf jiber hezkirina însanan diavêje binê heps û zindanan?
Te ji cîhên girtî nefret dikir, tehemula te li odeyên malan jî tunebû. Ji çol û çîyan hez dikir te, te ji gelî û newalan. Hucreyên hepsan û tu.. Sankî li vê dinê her tişt mimkun bû, lê tiştekî wisa ne. Dîwarên qalind û bilind çawa hilnaweşin ku bi hêrsa te, bi kenê te û bi henekên te yên cidî.
Wan salên unîversîteyê.. Dema me hîn nû hevdu nas dikir. Te û hevalên xwe, we bi sedan îmzayan xwestibû ku bi vî zimanê ku wê çaxê min bi qasî niha nizanibû ders werin dayîn û unîversîteyê ceza dabû te û çend hevalan, hûn ji mektebê dûr xistibûn.
Min dikira behsa çi bikira? Nizanim. Cumleyên min bela-wela ne, li min giran tê, nikarim mektûbê nola min xwestî binivîsim. Min rûyê te ji bîr nekiriye, lê ez pir ditirsim ku ez dengê te ji bîr bikim. Ew dengê te yê şa û şên, û dem bi dem dîn û dîwane.
Te tim digo ku hêvî tune bin xeyal çênabin. Ez ketime pey xeyalan jibo xatirê wê gotina te. Rojek were, tu ji hepsê derkevî û em herin ber Çemê Dîcleyê û tu dîsa wan şiîrên xwe bixwîni. Ew şiîrên ku min nediecibandin û min tim kêmasî û qûsir têde didîtin.
Qaşo min dikira dirêj dirêj binîvasanda. Lê heta vir, ez nikarim, dilê min ranake.
Min pir û pir bêrîya te kiriye. Qedera em li hev rast anîn û em ji hev dûr xistin, tek carekê be jî bila me dîsa li hev rast bîne. Bi xatirê te.
Guhdar M.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/mektuba-guhdar-m-u-diwaren-bilind
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://www.youtube.com/watch?v=dFXPMb2XbUs&t=4s
Spotify:https://open.spotify.com/episode/3HODH9UHPif0LsUijtrX8J
Di vê xelekê de bi deklanşora Murat Bayram fotografeka Berken Bereh heye.
Medyakar Murat Bayram sala 2023yan di 50 salîya şairîya Berken Bereh de fotografeka wî kişandiye. Şair Berken Bereh di fotografê de bi huzneka wer bi henûnîyê dagirtî derketiye ku sankî fotograf ji heyata Berken Bereh derketiye. Sankî salan di salîseyekê de dax û derdên dinê tevde danîne ser mil û polên Berken Bereh, bes ew bi şiîrên bûne çare-dermanên çavên wî ji heyatê re sax, ji edebîyatê re silamet û sermaye maye. Wê bibe eser bimîne ji tarîxê re fotograf; çinku ronî û tarîya ketine nêv hevdu di fotografê de dengên deklanşora Murat Bayram û şiîra Berken Bereh li hev xistine û waqûrîyên wan wextan girtine; rast e, realîte ye, heqîqet e. Eynî nola wê fotografa îkonîk ya Ezra Pound ku Henri Cartier Bresson kişandiye. Henri Cartier Bresson dibêje ew jibo wê fotografa Ezra Pound bikişîne bi qasî saet û nîvekê, bê deng li cem wî rûniştiye. Û ser wê fotografê di dewamê de dibêje, Henri Cartier Bresson dibêje, di fotografê de îsbat îcab nake, her tişt bi xwe rû dide. 50 sal li şiîrê, îsbat îcab nake, huzn, hêvî û henûnîya li rûyê Berken Bereh di wê fotografa Murat Bayram de her tiştî raber dike
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/fotografeka-50-sal-siir
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://www.youtube.com/watch?v=1Fr562Z7roQ&t=13s Spotify:https://open.spotify.com/episode/5nmJCS52OxpS7Cj275hrVa
dünyayı sevenler veli değildir
canı terkedenler deli değildir
insanoğlu gamdan hâli değildir
her birini bir efkara yazdılar
Aşık Sümmani (1861 - 1915)
ewên ji dinê hez dikin ne welî ne
terka canan dikin ne dîn û delî ne
însanên însan ji xeman ne xalî ne
ew her yek li efkarekê nivîsîne
bi tercûmeya Omer Faruk Baran
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/parcek-siira-ask-summani
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/t7AGKO62EkY
Spotify:https://open.spotify.com/episode/00pJcTDCmqH42UyQ2rl6QU
Di vê xelekê de Ruhi Su, mirîdên şêxên Kosan û Çanakkale û Çeneqqele hene.
bo xatirayên bavê min yê rehmetî ku sala 1965an
li Geliboluyê eskerekî 22 salî bû.
Süleyman Nazifê Diyarbekirî sala 1909an di yaziyeka xwe de rêber û rayedarên Osmanliyan dide ber top û tîran.
Di yaziyê de, Süleyman Nazif dibêje Kurd bi tercîhên xwe ketine bin hikmê Osmanliyan û dibêje yek îstîsna ne têde wan di çar sed û çend salan de tim zilm û heqaret dîne.
Hem mehnedar û hem matemdar, Süleyman Nazif dibêje herin bi belgeyan li pêş qeleyên Gîrîtê û sûr û bedenên Vîyanayê binêrin, hûnê cesedên Kurdan bibînin.
Gotina talîyê di yaziyê de, Süleyman Nazif dibêje, Kurd qehremanên mazlum in, ew tim dixwazin bi rindîyê di bin hikmê Osmanliyan de bimînin û dibêje lazim e hikûmet jî guh bide ser hal û hewalên wan û heqên wan bide.
Süleyman Nazif, yazi berî Herba Çeneqelê ya sala 1915an yazi kiriye.
Eger Süleyman Nazif yazi piştî Herba Çeneqelê yazi kira herhal wê behsa wan Kurdan jî bikira ku di wê herba giran de jî hatine kuştin.
Sermeselê, Herba Çeneqelê herbeka wer giran bûye ku li Sirûcê sal 2024 li tekyayên şêxên Kosan şevên zikr û fikrê hîn jî ser wê herbê beyt û xezel, şiîr têne gotin.
Mirîdên şêxên Kosan di destan de def dibêjin, emrê herbê derketiye ser sêri û herdu çavan e, şewitî Çeneqqele bûye qesabê mêran e.
Bi mecaz û metaforan dewam dikin mirîdên mala şêx, dibêjin seferek radibû ji Diyarbekir, pêşî hat Rihayê kincê cengê li xwe kir, berî dane Helebê xan û qişle qîm nekir.
Qeydên Milli Savunma Bakanlığı ya Tirkîyê, ku wezareteka ser eskerîyê ye, raber dikin ku di Herba Çeneqqele de ji Osmanliyan 49,544 kes hatine kuştin.
Gorey qeydên nifûsan ji wan 49 kes ji Diyarbekir, 248 kes ji Riha û 399 kes jî ji Heleb in.
Bi qeydên Milli Savunma Bakanlığı ya Tirkîyê tê xanê ku ji bajarên wê çaxa Osmanliyê tewr zêde Helebê can dane ku ew bajar îro ro di hidûdê dewleta Sûrîyê de ye.
Dengê mirîdên şêxên Kosan li erş û ezmanê Sirûcê, ser Herba Çeneqqelê dibêjin, şûna xeber û mektûban cinaze hatine mal e, rihelên van gêncan diman li ser terzîyan e, bûkên kefbihine li xwedîyan vedigerîyane.
Sirûc, ew Sirûc ku di Herba Çeneqelê de hinek ji gundên wê yên nola ji Qerê, ji Giregewrê, ji Mizarê û ji Elîgor 45 can dane.
Omer Faruk Baran
Süleyman Nazif. Foto: WikimediaMirîdên Şêxên Kosan. Foto: YouTube - Ramazan Kuş Resmi Sayfasıji rûpela T.C. Milli Savunma Bakanlığı - Wezareta Berevanî ya Tirkîyê, 2024.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/canakkale-u-ceneqqele
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/_itZx9VnHIo
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0HrGcXg9ucO25FJ0kYR346
Di vê xelekê de ser sînorê di şiîrên Arjen Arî de çend gotin hene.
Şairê şêrgele Arjen Arî di nivîseka xwe de dibêje ew ji wî welatî ye, welatê helbestên nebihîstî, welatê destanên jibîrbûyî.
Di eynî nivîsê de, Arjen Arî dibêje li wî welatî li ser rêka helbestê dilê wî di mista wî de ye û li ser lêvên wî hezên hiznî yên stranan rêz bûne.
Bes ji şiîrên Arjen Arî wer tê xanê ku yên wî, hezên wî hem bi wan stranên li ser lêvên wî hem jî bi hidûdan kesirîne.
Belkî çem û çîya, deniz û derya hidûdên tabiî ne û hikmê şairan li wan nabe, lê hidûdên li deşt û berîyan, ewên bi têlên rêsayî, ewên dihêlin ku tu hêla din ya ji te bibînî, lê bi eskerên li ber nahêlin ku tu derbaz bibî, hidûdên wisa ne ku bi destan hatine çêkirin û şair jî tînin bi qelemên destan xwe lê diqelibînin.
Arjen Arî yê ku li Nisêbînê, li ber serê Qamişloyê hatiye dinê û mezin bûye di çend şiîrên xwe de nîşanên eşqeka yek li vê hêla sînor û yek li wê hêlê dane.
Mesela di şiîreka xwe de Arjen Arî dibêje berêvarekê, yê ku roj lê diçe ava ew e û dibêje xwezî ev sînor nebûya.
Di şiîreka din de, nav tu bihata, ku gorey min ji şiîrên Arjen Arî ya herî hiznî ye, şair ji wê xayînêyê re ku bi şev nehatiye ew hevdu bibînin, dibêje dilê wî sed carî li sînor wer bûye û dibêje tu bihata ev dil li dû te Binxet nedibû.
Şeveka tiptarî jî Arjen Arî daku yar were rêka wê ya li sînor vedike û xweş dike:
gund razaye, kûçik razane
heyv derneketiye, stêrk wenda ne
têlên sînor serpişt pal dane
fersend ev fersend
were!
Dîsa di şiîrekê de Arjen Arî raber dike ku yar pir nêzîk e, lê bi sînor pir dûr dikeve û vê rewşê jî wanî îfade dike:
bi destin vala
bi awirin melûl
geh bi jêr de, geh bi jor de
meşîm di ber sînor re…
meşîm…
qewzek e neqeba me
bang bikim te
bibêjim ‘’lêêê!’’
wê deng bê te
lê ev têl
ev mayîn
ev leşkerên Romê
ne dihêlin bang bikim
ne jî dihêlin bêm..
Zaten Firat Cewerî jî di nivîseka xwe de ser salên xortanîyê yên bi dostê wî Arjen Arî re dibêje wî diltenikî dil girtibû, lê dildara wî li alîyê din yê xetê, li pişt têlan, li Qamişlo bû.
A li sînoran ne tenê eşq e elbet. Nihîtê mêran yên li ser sînoran ketine etra qetek nan jî ketine şiîra Arjen Arî ku yek ji wan Zekiyê Hemal e:
şevekê çû.. û venegeriya!
beriya dayê, jinê, xuşkê
moriya girt laş, torîk ketin ser,
li hêlekê guh û ser
li hêlekê qefesa sêngê
zîvar zîvarî cendekê Zekiyê hemal!
Bi hemû şiîrên xwe yên ku ji wan sînoran sala 2024an ketine dîwanekê, Arjen Arî yê sala 2012yan canê xwe ji dest daye, şairê welatê helbestên nebihîstî ye, şairê welatê destanên jibîrbûyî ye, hîn jî.
Omer Faruk Baran
*Navên şiîrên di vê nivîsê de derbaz dibin; ez û dil, êvarî, tu bihata, zekiyo, were, ev sînor
BÎBLİYOGRAFYA
Arjen Arî, Şêrgele - Hemû Helbest, Weşanên Sor, 2024
Arjen Arî, Xasenezer, Evrensel Basim Yayın, 2013
Firat Cewerî, Arjen Arî Nemiriye Arjen Arî Ye, Gazete Duvar, 2020
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/sinore-siiren-arjen-ari-nisebin-u
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/2024/10/sinore-siiren-arjen-ari-nisebin-u.html
Youtube:https://youtu.be/zARMAvVkJRE
Spotify:https://open.spotify.com/episode/4JdNABkVltGjqYY4pnZ8b7
Mala Şenyaşaran û Mala Yıldızan ku Hezîrana 2018an li Sirûcê jiber minaqeşeyeka sîyasî ya dema hilbijartinê ji hevdu kuştibûn û bûbûn xwînîyên hevdu 27ê meha 10an ya 2024an li Milet Park ya Eyubîye ya Riha bi merasîmeka walîyê bajêr Hasan Şıldak li hev hatin.
Polîsên ne îşê îşan pir bo merasîmê tedbîrên tam-teşekul sitandibûn ku nas-nenas medyakar gî seba bi silametî derbazî cîhê lihevhatinê bibin di mesafe û mideteka kin de çenteyên xwe yên bi kamera û mîkrofon bo polîsan sê caran vekirin, raber kirin û girtin.
Merasîma ku hatibû ragihandin ku wê piştî nîvro di saet duduyan de destpê bike hema bêje di saet sisêyan de destpê kir. Li hêla çepê jibo Mala Şenyaşaran 50 kursî û li hêla rastê jibo Mala Yıldızan jî 50 kursî hatibûn danîn. Xwedîyên çend kursîyên li hêla Mala Şenyaşaran nehatibûn. Kursîyên li hêla Mala Yıldızan hema bêje gî tije bûn.
Mele û seyda li hêla jêr, protokola resmî li hêla jor, dîn û dewlet bi hevre bi gotineka din, berî merasîm destpê bike, kê ji medyayê re fikra xwe ya ser lihevhatina herdu malan got ya bi Erebî ya bi Kurdî û ya jî bi Tirkî bi eynî mehneyê kelîmeyek avêt nêv gotinên xwe: Bi Erebî sulh, bi Kurdî aştî û bi Tirkî barış.
Rêber û rayedarên dewletê, sîyasetvanên AK Partî û DEM Partîyê hazirûn bûn li merasîmê. Di temsîlê de ji hêla Mala Şenyaşaran Ferit Şenyaşar û ji hêla Mala Yıldızan İbrahim Halil Yıldız dest dan hevdu. Dîplomatê dewletê Cevdet Yılmaz û rûsipîyê sîyasetê Ahmet Türk, mehnedar, mealen gotin xwîn bi xwîn nayê şûştin û dawîya dawî aşt dibe însan, aştî çêdibe. Herhal ji atmosfera huznî bû, li salona merasîmê kesî jibo ti kesî çepik lênexist.
Dîsa ji huzna zêde bû herhal, Emine Şenyaşar ya ku bi protestoyên xwe yên sîvîl yên li pêş qapi-derîyên mehkemeyan hatibû naskirin li merasîmê tunebû. Zati wê roya mewlûda bo mêrê wê û du kurên wê gotibû ku her çiqas bi protestoyên wê kurê wê yê di hepsê de piştî 6 salan hatiye berdan jî zikê wê ser ewladên wê yên din yên hatine kuştin pir dişewite û ewê nere merasîmê.
Aştî çêbû, li hev hatin her du hêl, lê wer tê xanê ku ji xwedîyên Esved Şenyaşar, Celal Şenyaşar, Adil Şenyar û Mehmet Şah Yıldız re kefenên wan hîn jî şil in, nola ku ew hîn nû hatine kuştin. Bes bira kefenê kuştinê şil be, bira ew were kuştin ku ser sîyasetê careka din kuştineka din nebe, careka din kes nebêje li ber çi, li ser çi, jiber çi..
Omer Faruk Baran
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/asti-bars-u-sulha-mala-senyasaran
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/2024/10/asti-bars-u-sulha-mala-senyasaran-u.html
Youtube:https://youtu.be/fNcboDq3tiw
Spotify:https://open.spotify.com/episode/3TP3dZwT5ZjekugmYcdSQu
Şair İsmail Safa, ku di edebiyata Tirkî de bi hez û hewesa xwe ya li ser qafîyeyan tê naskirin, di şiîreka xwe de bi gotinên mehnedar behsa Ereb, Laz û Kurdan dike.
Di şiîrê de, ji Tirkî ber bi Kurdî ve, bi tercûmeyeka me ya hema çitolêhato wanî dibêje İsmail Safa:
Ereb û Kurd ne Laz bûn
mirîşk ciliq ne qaz bûn
beq nikane mange be
li dêve nê qezazbûn
Ew şairê bi eslê xwe ji hêla Qeredenizê ye sala 1901ê li Sêwasê li sirgûnîyê canê xwe ji dest daye. Tê gotin ku paşayê Osmanliyê yê wê çaxê ew jiber danûstandina wî ya bi Îngilizan re şandiye sirgûnîyê.
Tarîxçîyên edebiyatê dibêjin sermaya Sêwasê bi İsmail Safa pir sert hatiye û ew bi wê sar û seqemê hîn di 33 salîya xwe de miriye.
Bes rêberê şiîra Tirkî Tevfik Fikret di şiîreka xwe de îdia dike ku sebeba mirina İsmail Safa qafîye ye.
Tevfik Fikret di şiîrê de ser İsmail Safa dibêje:
berê Laz bû ew paşê bû Kurd
bi nexweşîya qafîye mird
Bi qasî ku tê xanê Tevfik Fikret bi mîzahşorîya xwe gotiye İsmail Safa bi nexweşîya qafîyeyan miriye, bes wî seba çi ser şairê mirî gotiye paşê bûye Kurd, me pirsî, me pirsî ji kovar û kitaban, lê me cewaba vê pirsê nedî.
Omer Faruk Baran
BÎBLÎYOGRAFYA
100 Ünlü Türk - Tevfik Fikret, Hürriyet Gazetesi, 1980
İbnülemin Mahmud Kemal İnal, Son Asır Türk Şairleri, Milli Eğitim Basımevi - 1969
Tevfik Fikret, TDV - İslam Ansiklopedisi, 2024
İsmail Safa, Wikimedia, 2024
İsmail Safa. Foto: WikimediaTevfik Fikret. Foto: TDV - İslam Ansiklopedisi Substack:https://youtu.be/a_hQpK0uNNc
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/a_hQpK0uNNc
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0HmrtyUcCNRkvprx8CBj8t
Tercûmeya bi Kurdî
li dera hanê dara zeytûnê
rûne li bin vexwe qehwê
bikişîn titûnê
min bîr bike, bavêj ji hişên xwe
nabim yara te, biterikîn vê hatinûçûnê
de yela canê min, de haydê canimê min
şêrê min, şînanay lo şînanay şêrê min
Orîjînala bi Tirkî
zeytin yaprağı yeşil
dibinde otur kahve pişir
benden sana yar olmaz
aklın başına devşir
haydi balım, haydi canım
şinanay aslan yarim
Strana Artvinê ya ku bi sazbendîya Ahmet Kaya, Arif Sağ, Erdal Erzincan, Nuray Hafiftaş, Belkıs Akkale, Seher Dilovan, Hilal Özdemir bihara 1995an - Kanal D - hatiye gotin bi qelema Omer Faruk Baran payîza 2024an hatiye tercûmekirin.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/ahmet-kaya-nabim-yara-te
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/tfwpeqmB3oY
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0BUIvroW7aWMs0dFbZxoQE
Zazakî, ew zimanê ku gorey gelek kesan li ber sikratê ye bi salan e meraqeka min ya mezin e, lê wer nebû qismet, fersend bi dest min neket ku ez xwe bidim ber û wê rind bielimim.
Çend caran min nîyet kir jî, min xwe li xwendin û nivîsîna bi Zazakî ceriband, bes îş-mîşên din tim kirin ku ez wî zimanê ku bi bîhistinê bi min pir xweş tê bihêlim war û wexteka din di heyata xwe de.
Payîza 2024an, min got heta ez bi xwe bi destê xwe zemên û zemînê çênekim, Zazakî berê xwe nade zimanê min, nê. Loma min got, nola Zazayekî rûdine xwe dide ber Kurmancî û dielime, ez jî rûnim xwe bidim ber, bala xwe bidim ser, Zazakî bielimim û êdî hesreta vî zimanî ji zikê xwe derxim.
Zemanê ku ez li Sirûcê mezin bûm, xêncî daîreyên dewleta bi Tirkî ziqaq-bazar, mal-mehele her der tam bi Kurmancî bû; ti kesî Zaza, ti dengekî bi Zazakî tunebû bi qasî min didî û dibihîst. Lê ji çi ye nizanim, nikanim teyît û tesdîq bikim, bi min wer tê, bi min wer tê ku îz û şopên Zazayan mane di Kurmancîya me ya Sirûcî de.
Çito ku ez îro her çiqas bi erf û edet û toreyên xwe Misilmanekî Henefî me lê di rabûn û rûniştina xwe de îzên Êzîdî û Elewîyan dibînim, di Kurmancîya xwe de jî bi wî şeklî tesîra Zazakî dibînim, ku nabînim jî hîs dikim.
Seba xatirê dîtina detayên wan îz û şopan ez dikim jibo Zazakî deftereka nû vekim. Di vê defterê de, Kurmancekî nola min î Zazakînezan di elimîna wî zimanî de çi dibîne çi nabîne, ji çi hez dike ji çi hez nake, li kê rast tê, çi dixwîne çi naxwîne ez dikim her tiştî qeyd bikim û vê prosesê bi rêka Perxudres Podcastê ragihînim.
Nasekinim, dereng naxînim, dirêj û pahn nakim û destpê dikim: Min nav Zazano applîkasyonek danî telefona xwe. Zazano, bi Zazakî - Tirkî ferhengeka dijîtal e. Ferheng bi kelîmeyên Grûba Xebatê ya Vateyê hatiye hazirkirin.
Kordînatorê Zazano Mutlu Can di roportajekê de dibêje wan aplîkasyon bi sponsorîya Orhan Kayayê ji Xozatê çêkiriye. Sezgin Fırat edîtorî kiriye bo applîkasyonê û Mesut Bilir jî mihendîsî.
Gorey gotina Mutlu Can, wan seba şixulandina ferhengê li ser navê Grûba Xebatê ya Vateyê ji Malmîsanij îzin sitandiye. Zazano, ku kar û kedeka kolektîf e, jibo Zazakî fayde û fonksîyonên xwe fireh bike, zehf zêde bike bê pere ye.
Min di applîkasyonê de ji Testê Çekuyan hez kir. Testê Çekuyan, yanî Testa Kelîmeyan. Di Testê Çekuyan de bi Tirkî û Zazakî kelîme derdikevin û mehneyên wan têne pirsîn. Ferhenga dîjîtal bi vî şeklî ken û kêfêkê çêdike. Bi xêra vê testê ez elimîm ku bi Zazakî ji ‘‘dedikoducu’’ya bi Tirkî re dibêjin ‘‘qelqele’’, ‘‘qelqele’’, ewên xeybetê dikin yanî. Dîsa bi xêra applîkasyonê ez ‘‘fekfuzulî’’yê jî elimîm, ‘‘fekfuzulî’’, ji geweze û çenebazan re tê gotin.
De ez jî fuzulî şorê nekim û deftera xwe ya Zazakî li vir bigirim, heta ez wê royeka din dîsa bi hez û heyecan vedikim, bi xatirê min, bi xatirê we Kurmancno û Zazano.
BÎBLÎYOGRAFYA
Zazano, 2024
Applîkasyonê ferhengê Zazakî “ZAZANO” amade yo, zazakîNEWS, 2024
Defter û qelemeka Perxudres Podcastê, 2024.Logoya ZazanoFoto: Riverside
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/destpeka-deftera-zazaki-u-zazano
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/0XRbUe1Iry8
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0ZF789BHU22wM01sH5Twnq
Dem baş guhdarên delal, vara Perxudres Podcast e. Ez Omer Faruk Baran ji vê podcastê mektûbeka Guhdar Î. radigihînim. Vê saetê vê deqê hûn li ku bin bi wê mektûbê bi we re me.
Merheba,
Ez Guhdar Î. Li bajarokekî biçûk î çar hêlên wê bi çîyayan girtî bi dê û bavê xwe re, bi xwişkeka xwe re dimînim. Wer bi vî awayî gotin rind e, xweş e, lê çend caran min qirar da ku ez vir terk bikim, ema nebû.
A rast ez çûm jî, lê min karekî daîmî nedî, min dîsa paşîya stûyê xwe kola û ez vegerîyam bajarokê xwe. Meseleyên pûl û pereyan, derdên ekonomîk tengezarîyê çêdikin, desttengî nahêle ku tu serbest hereket bikî.
Niha li vî bajarokî, elbet ez naxwazim navê wî eşkere bikim, li lîseyekê mamostetîyê dikim. Bi Tirkî dibêjin ‘’ücretli öğretmenlik’’, bi zimanê ku miletê me fehm dike, mielimîya bêkadro yanî. Nakevim dersên branşa xwe bi gotineka din. Ez dibêjim ku ez him xwe him jî zarokan dixapînim bi vê mamostetîya xwe. Ji kesî re nabêjim, ji xwe re dibêjim.
Ez û mala me, ser vekirina serê min, me çend caran şer kir. Min dixwest serê xwe vekim û min hêdî hêdî vedikir jî lê devê xelkê nayê girtin, digotin ‘’lêhêê qîza xwe şandin xwendinê, serbest hiştin, wê jî xwe serqot kir" ku van gotinan hêrsa mala me radikir. Bi wê hêrsa rabûyî rabûn li min xistin. Min nikaribû pir li ber xwe bidim ku êdî wekî ku herim Îranê şalekê girêdidim û bi wî şeklî diçim mektebê, diçim mamostetîyê.
Li odeya mamosteyan ti meseleya ku ser tê xeberdan bala min nakişîne. Şala min li serê min, naxwazim ez jî bala ti kesî bikişînim, lê mamosteyê min î li vî bajarokî salên lîseyê diket dersa me ya felsefeyê ez nas kirim û ez eşkere kirim. ‘‘Eşkere kirim’’ tam îfade nake halê min, bêjim ‘‘ez îfşa kirim’’ rasttir e belkî.
Jiber wî felsefecîyî niha mamoste giş dizanin ku meyla min li ser Kurdî heye. Li vir, li vî bajarokê jehrokî û janlêketî kî bizane ez Kurdî dixwînim û dinivîsim dixwaze bi min re bi wê Kurdîyê xeber bide ku jê re dibêjin ‘’Kurdîya Akademîk’’ Gava min dibînin hemû kelîmeyên ji sosyal medyayê ji hesabên sîyasî bihîstine rêz dikin: ‘‘Têkoşîn’’, ‘‘tolhildan’’, ‘‘berxwedan’’, ‘‘serhildan’’ û çendekên din.
Ecêb e, sirf jiber xwendin û nivîsîna min a bi Kurdî mamosteyekî ji mekteba me çav berda min. Çend royên berê dema em ji mektebê derdiketin go ‘’Karê te tune be em tev herin merkezê’’ Ji nêrînên wî yên melûl min ferq kiribû ku tiştek heye, lê min got ez hinekî ji vî bajarokê ku ez jê nefret dikim dûr bikevim, min got ‘’Temam, em herin’’ û ez li erebeya wî siwar bûm.
Qey berê şixulîye mamosteyê dilketî, di rê de bi Tirkî ji mezinîya zimanê Kurdî ketê, go, go, go û di reîs û rêberên Kurdan û tarîxa qedîm re derket. Guhê min qet ne li ser gotinên wî bû. Min rê sêr dikir, bi tenê min didî ku ez ji bajarokê nalet hinekî din dûr dikevim.
Dilketî gava ferq kir ku gotinên wî li guhên min nakevin, kenîya û go ‘’Ez te aciz dikim?’’, min go ‘’Estaxfurullah’’, go ‘’Tu çima îro pir sar î?’’, min go ‘’Mektebê ez westandime’’, lê ya rast min di dilê xwe de digo ‘’Ma ez Kurdîmetre me yaw, bes, bes, bes!’’
Di rê de gunehê min bi min hat: Mêrek li mala me, li gor bavê min, ez bi xwendin û nivîsîna bi Kurdî bûbûm Kurdçî û min xwestibû ez xwe serqot bikim; mêrek li mektebê, li gor mamosteyê dil dabû min, ez Kurdîmetre bûm û min Kurdbûna wî dipîva bi çavên xwe, bi şala li serê xwe.
Kesî nedipirsî, lê li gor min, ez jina di halê xwe de, min tenê dixwest ez ji malê serê min vekirî herim mektebê. Tek ku serê min vekirî herim mektebê û dûre bikevim mezelê, li erdê sor, li wî gundê jor.
Guhdar Î.
Guhdarên delal em hatin dawîya mektûba Guhdar Î. Hûn jî dikarin not, nivîs û mektûbên xwe ji Perxudres Podcastê re bişînin. Perxudres Podcast her Pêncşem di saet 5:50 pm de bi xelekeka nû bi we re ye, vê gavê bi xatirê we.
Di vê xelekê de li dora şiîrekê, stranekê û navekî çend gotin hene.
Salên lîseyê li odeya min ya ku havînekê êdî tam ketibû bin kontrola min, li ser dîwarê ku min maseya xwe ya bi kitabên testan û bi formulên fîzîk û matematîkê dagirtî dabû ber, bo moral û motîvasyonê min şiîrek li dar xistibû.
Her ku xulqê min teng dibû, ez ditengijîm, seba sebr û sebat û taqetê bide, min çavek li wê şiîrê dixist û ez bi xeyala royên şa û şên yên unîversîteyê vedigerîyam ser dersê ku di îmtihanan de puaneka rind bistînim û ji Sirûcê herim Stenbolê.
Şiîra ku mîna hebeka vîtamînê bû qismeka ‘‘Kî Me Ez’’a Cegerxwîn bû, lê nola gelek kesan min jî berî ez şiîrê bixwînim ew bi saz û stran ji dengê Şivan Perwer bihîstibû û loma min anîbû ew bi stîla ‘‘Kî Ne Em’’ li kaxetê yazi kiribû.
Sazbend Şivan Perwerê ku ‘‘Kî Me Ez’’ qulibandiye ‘‘Kî Ne Em’’ê di roportajekê de dibêje ew şiîra Cegerxwîn salên wî yên xortanîyê, li Riha bi rêberîya Awûqat Kemal Badıllı ketiye destê wî.
Bi gotina Şivan Perwer be, Kemal Badıllı ser dengê wî yê xweş û tembûra wî çend kitab dane wî ku di nêv wan de dîwanên Cegerxwîn hebûne. Şivan Perwer dibêje ew ji şiîrên wan dîwanên Cegerxwîn li ser ‘‘Kî Me Ez’’ê bi qasî du salan xebitiye û ji wê ew strana ‘‘Kî Ne Em’’ê sala 1978an derketiye.
Nivîskar Şener Özmen ser meseleya ‘‘Kî Me Ez’’ û ‘‘Kî Ne Em’’ê behsa xatirayeka xwe ya êpêce enteresan dike. Şener Özmen dibêje salên 1990î li Hezexê di Newrozekê de gazî wî kirine ku ew şiîreka Cegerxwîn bixwîne: Li ser sahneyê, di destan de kitab, Şener Özmen ‘‘Kî Me Ez’’ dixwendiye ku hevalekî wî ew şiyar kiriye ku ew şiîrê şaş dixwîne: Wî hevalî hatiye di guhên Şener Özmen de bi pistepist gotiye ‘‘Bêje Kî Ne Em, nola Şivan Perwer bibêje.’’ Li ser vê şiyarkirinê, Şener Özmen dibêje wî her çiqas li kitaba bi ‘‘Kî Me Ez’’ nihêrîyê jî ew dudilî bûye û wî şiîra Cegerxwîn nîvî weke ‘‘Kî Me Ez’’ nîvî jî weke ‘‘Kî Ne Em’’ xwendiye.
Medyakar Vecdi Erbay ser vê şiîra Cegerxwîn dibêje ‘‘Eger tu carekê ji xwe pirs kî bêjî ‘Kî Me Ez’ ew pirs careka din pêsîra te bernade’’ û dibêje bi vê rewşê re rê li ber meraqên sosyal û sîyasal vedibin ku ew jî milet li ‘‘Kî Ne Em’’ê kom dikin.
Qeydên resmî yên navên li Tirkîyê raber dikin ku ‘‘Kî Me Ez’’ ne, lê ‘‘Kî Ne Em’’ bûye nav ketiye nêv milet. Bi xwendin û nivîsîna bi Tirkî nav ‘‘Kinem’’ min gelek kes nas kirin û vî navî her carê mezinîya Cegerxwîn bi min da hîskirin: Tu rûne şiîrekê binivîse, şiîra te di destan de li duwelan bi qaçaxî çerx be û paşê bibe stran û paşê bibe nav..
Eylûla 2024an li Diyarbekir min ‘‘Kineem’’ek jî nas kir, bi du ‘‘e’’yan. Gava ez elimîm navê wê bi rastî jî bi du ‘‘e’’yan e di kart, kaxet û belgeyên resmî de, nola ku tiştekî pir ecêb be ez bêmehne ketim şokekê. Kineema serê sedsala 21an hatibû dinê, digo dema ew çêbûye dêûbavê wê li navekî digerîyane ku strana ‘‘Ki Ne Em’’ li guhên wan ketiye û wan jî navê keça xwe kiriye Kineem. Ji navê xwe pir hez dikir Kineemê û digo ‘‘Dema ez zarok bûm jiber rîtma strana Kineemê min xwe mezin û muhteşem hîs dikir.’’
Belkî bi tenê çîroka navê Kineemê têra raberkirina tesîra wê şiîra Cegerxwîn dike ku bi dest û dengê Şivan Perwer bûye stran. Kî ye Cegerxwînê sedsala 20an, kî ye Şivan Perwerê sedsala 20an û 21an, kî ye Kineema sedsala 21an ku kî ne em, em.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/ki-ye-cegerxwin-ki-ye-sivan-perwer-ae5
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/reEh_kYcIRY
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0GXjHwDZBxa6jBfcZ5nh34
mektûban bişewitîn
ji stranan biqeher
bigirî bi hesretan
dest ji ber xwe bikişîn
tenêbûna xwe bibîn
û bitirse bi kîn
bira hûr bibe qelbê te
tew li şûna xwe bimir
naletan bibarîn
gava ez ketim bîra te
li her telefonê tu binêr
here her carê tu derî veke
bira ez werim bîra te
nizam tu li ku yî ku
çûme bajarekî dûr
gava tarîya êvarê daket
ez werim bîra te
Nazan Öncel, 2003
Omer Faruk Baran, 2024
mektupları yak
şarkılara küs
hasretler giy,
kendinden vazgeç
yastığına sarıl,
korkular tut
dağılsın kalbin,
öl hatta orda
lanetler yağdır,
beni hatırla
her telefona sen çık
her kapıya sen koş
beni hatırla
sen bir yerlerde,
ben bir şehirde
akşam olunca
beni hatırla
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/bi-denge-nazan-oncele-mektuban-bisewitin
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/sKKqCuRKyho
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0o2oG5HNOsx6gj49RT0wEo
ne mal û milkên mezin, ne gerdena stûr û ne jî te dabin ser hev bi zîv û zêran kember, xelas nakin te, qebra reş û tarî wê rokê îlem bêje hele tu jî bi virda wer, law Imero ketime bextê te naxwazim rext û textê te, hem madem tu dixwînî gelek şiîr û hikaye, bibîn û bîr meke, ne pir pere ye bi tenê rindî ye ji te re dimîne sermaye.
Omer Faruk Baran
bi dengê Dede Osman û bi muzîka Sinem Kasetçilik
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/sermaye
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/PVOS_hWzRpE
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0WbOpQlmveNKOXecURQAPS
Ez û Harun piştî muhbeta me ya li Stenbolê li Diyarbekirê hê nû hevdu dibînin; berêvarek e, saet 7 e li Meydana Daxqapiyê.
‘’Berêêêê ez hinek titûn bistînim, paşê jîîî em herin li Sülüklühanê rûnin’’ dibêje Harun.
Em titûncîyekî dibînin û Harun ji titûnci ewa Lîcê pirs dike. Harun û titûncî di kirîn û firotinê de, ez li dikanê eynikekê dibînim û li xwe dimêzînim. Gelo Harun, ew min çawa dibîne, ka şêrîn im, şêrîn û xweşkok im?
Harun dipêçe, yekê ji vê yekê ji wê dipêçe û em derdikevin.
Li Sülüklühanê cîh tune, em derbazî Hewş Kafeyê dibin. Heta xwarinê dixwe jî bi rûyekî tirş û bê deng li dora xwe dimêzîne, li min namêzîne Harun. ‘’Îro xebereka nebixêr, ne baş hat, hinekî bêhna min teng kir’’ dibêje Harun û titûnê kûr-kûr dikişîne.
Wiha, wekî giranîyekê ye halê Harun li ser min, bi min dide hîskirin ku ew min naxwaze.
Bêmehne, boş û betal em behsa rewşa dinê dikin. Dibêje ‘’Divê ez e-mailekê bişînim’’ û berê xwe dide laptopa xwe. Ez jî di ber re di ber re dipirsim, ‘’Îşev tuyê li ku bimînî?'' dibêjimê.
Dibişire, dikene Harun, ez jî dikenim, lê cewabeka zelal tune. Halbû duh gotibû ku ‘’Ezê li ba te bimînim’’, lê îşev hatiye ji min re behsa mala Zişanê dike. Zişan ji ku derket!
‘’Tuyê werî li mala min bimînî!’’ dibêjimê û deqîqe li ser deqîqeyê israra xwe zêdetir dikim. Gava dibêjim ‘’Ka te duh soz dabû?’’, dibêje ‘’Hê wext heye, emê hal bikin.’’
Di demên dawî de çend caran sîleh teqîyan li dora Hewş Kafeyê. Em ditirsin hinekî, ez ditirsim ya rast. Di ber tirsê re dengê muzîkên Ciwan Haco tê, şêrîn şêrîn, hûrik hûrik, lê wext derbaz nabe.
Li laptopê dimêzîne Harun, ez jî li wî dimêzînim, xerîteyeka rûyê wî çêdikim. Nîyeta min heye bêjim ‘’de bes e, bigire laptopê’’, nîhayet ew digire.
‘’Em hinekî bimeşin?’’ dibêje Harun, ‘’di rê de emê sohbet bikin.’’ Teklîfeka şêrîn, dixwazim meşa me here ber derîyê xêrê li Meydana Daxqapîyê.
Di sûkên teng re, di ser kevirên xwaro-mwaro re em dimeşin û destên me li hev dikevin. Lê ka çima, jiber çi destê min nagire Harun? Qey ne mesaj şandibû ji min re, gotibû ku ‘’Ez destê te diavêjim ser sîngê xwe û wilo, bi wî şeklî radizêm.’’ Bigire destê min malmîrat, li ber te me ya xwelîser, li ba te me ya..
Sohbet tune di rê de. ’’Em li vir çayekê vexwin?’’ dibêje Harun. ‘’Dibe’’ dibêjimê û em ber bi Dicle Büfeyê ve dimeşin. Çavên wî li du tabureyan, ‘’çawa ye?’’ dibêje, ‘’baş e’’ dibêjimê.
Tekrar tekrar dibêjim, dubare dubare, dehbare dehbare dibêjim ‘’Were li mala min bimîne îşev.’’ Eger em îdama Şêx Seîd û hevalên wî nehesibînin vê meydanê berê ti carî eybeka wisa nedîtiye dibêjim ji xwe re. Tam wê gavê ferq dikim ku em di destpêka xatirxwestinekê de ne, em ji hevdu qut dibin.
8 salên berê, şevekê, dema min ew cara ewil dîtibû bi arzûyên zar û ziman ji min birîbûn, min xwestibû ku ez bidim dû dilê xwe, dilê wî û dilên me herduyan şa bikim. Û niha li hember min bû Harun, û min li çavên wî dimêzand.
Harunê han, ew Harunê ku ez piştî 8 salan du hefteyên berê pê re ketibûm mesajên eşq û evînê - dilê wî jî hebû di mesajan de - niha hatibû ji min re digot ‘’Ez naxwazim werim mala te’’
Li asê mam, li asê dimam, min nizanibû ku çi bêjim, çi bikim, bi ku ve herim ku min got ''Em rabin?''
Barekî giran li ser mil û polên min, li dilê min janeke qehr û jehr têde, rihê min li gîrdabekê em ji ser tabureyên Dicle Büfeyê rabûn û em çûn, ew çû, ez çûm.
Guhdar R.
🔁bi tercûmeya Kurmancî
dora gulekê sitirî ye ar e
bilbil e ji dest gulê ax û zar e
ma ne li dû zivistanê bihar e
wê va jî derbaz be lê de megirî
🔁bi orîjînala Tirkî
bir gülün çevresi dikendir hardır
bülbül gül elinden ah ile zardır
ne de olsa kışın sonu bahardır
bu da gelir bu da geçer ağlama
👉Sezen Aksu strana Aşık Daimi di Işık Doğudan Yükselir de, ku mehneya wê Ro ji Şerqî Hiltê ye, gotiye. Ew album ya sala 1995an e.
👉Edîtor Omer jibo fotoya vîdyoya strana Aşık Daimi (1932 - 1983) ji albumên Sezen Aksu qapaxa Ağlamak Güzeldir, ku mehneya wê Girî Rind E ye, şixulandiye ku ew album jî ya sala 1981an e.
⚠️Di çend nivîsan de hatiye gotin ku Aşık Daimiyê ji hêla Erzîncanê va strana ser kurê xwe Kazım Aydın gotiye ku salên 1980î hatiye kuştin. Medyaya Kurdan jî va strana salên 2010î demeka dirêj bi wan nivîsan bi sekneka sîyasî weşand. Lê va malumata şaş e, tiştekî wanî tuneye.
🎼Qeydên repertuarê yên TRTê jî raber dikin ku stran sala 1979an hatiye berhev kirin.
‼️Aşık Daimi di stranê de dibêje Yusuf bi sebrê çûye Misirê lê Sezen Aksu dibêje Eyüp bi sebrê çûye Misirê.
17ê Temûzê 2024
Fîlmeka Ser Kuştinê ji dekaloga Krysztof Kieslowski nola navê xwe fîlmeka ser kuştinê ye. Di fîlmê de Kieslowski bi senaryoyeka sade his û hesasîyetên ser sûc û cezayan raber dike.
Gêncekî boş û betal dibe qatil di fîlmê de û avûqatekî nû dest bi meslekê kiriye avûqatîyq wî dike. Sûc û ceza ji Habîl û Kabîl vir ve hene û heta niha jî kesî nedîye ku cezayên jibo sûcan têne dayîn dinê xweştir kirine. Hinekên ser sûc û cezayan serên xwe êşandine, dibêjin mexseda cezayan gerek îslehkirin be, eger îslehkirin tunebe ceza jî bêmehne dimîne. Hepsên hikûmetan hene, lê sedsala 21ê hîn jî heps nebûne cihê îslehkirinê. Ceza jibo îslehkirinê ne, jibo girtin û kontrolkirinê têne dayîn. Cezayê kuştinê lê? Gerek kuştin be cezayê kuştinê? Kieslowski di roportajekê de dibêje ew îdamê qebûl nake, nabe ku yek seba kuştina yekî were kuştin. Meseleyên însanan, meseleyên giran, meseleyên hebûn û nebûnê. Loma ha te fîlmeka Kieslowski sêr kiriye ha te kitabeka Dostoyevsky xwendiye, eynî ye. Ömer Faruk Baran [email protected]
Krotki Film O Milosci ya Krzysztof Kieslowski ku ji dekaloga wî fîlmeka ser eşqê ye heyecan û hezeyanê raber dike.
Di fîlmê de heyecan heyecan e ku bi meraqê çêdibe û hezeyan jî hezeyan e ku bi eşqê xwe dide der.
Eşq û meraqa Kieslowski bi xwe însan e û kameraya wî di vê fîlma ser eşqê de dibîne ku însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne.
Kin bibirim, gêncek di fîlmê de bi dûrbînê li mal û mehrema jinekê dinêre û dide dû dilê xwe dûra: Kaos, kaoseka sar.
Min demeka dirêj jinek ji Whatsappa wê teqîb kiribû. Bêyî ku ew zanibe, kê ji wê re çi dinivîsî, wê ji kê re çi dinivîsî, min dixwend.
Di fîlma Kieslowski de eşkere dibe teqîbkirin, lê min ti carî eşkere nekir. Loma ez dibêjim a min çetintir bû ji ya karekterê Kieslowski, min pir tişt zanibûn bi Whatsappa min teqîbkirî, lê nola ku min tiştek nizanibû min hereket dikir.
Hereket û heyateka ser teqîbkirinê, însan li ber arzûyên xwe tim kêm û bêçare dimîne.
Ömer Faruk Baran
Aki Kaurismaki bi La Vie De Boheme fîlmeka ser heyata bohemên Parîsê çêkiriye. Fîlma reş û sipî ya sala 1992yan bi muzîsyen, resam û nivîskarekî hal û hikayetên heyatên boheman raber dike. Di fîlmê de xizanî û perîşanîya boheman bi romantîzeka rengîn û bi mîzaheka îşê entelektuelan heye. Ê muzîsyen mesela dibêje Balzac royê 70 fîncan qehwe vedixwarine. Payîza 2023yan ez jî bi qehweyan ketim. Latte matte, kortado mortado, sert sivik qehwe çi heye min ceriband. Seba ez dest bi cixarê nekim min xwe li qehweyan girt, lê hinek cixarekêş dibêjin wê qehwe mecbûr bi te cixarê bidin kişandin. Bibim bohemekî bi qehwe û bê cixare û nerim Parîsê. Çend caran îmkanên min çêbûn ku ez herim Parîsê lê ez nizanim ji çi ye xwîna min li wî bajarî nakele wer. Bi min tim jî wer tê ku rokê ku ez herim Parîsê wê xeyalên min bişikên. Ne lazim e, îcab nake, li Diyarbekirê bohem bohem bêmehne, bi poşmanîyan hem dilê xwe dişkînim hem qafê xwe. Ömer Faruk Baran [email protected]
Fotoya li qapaxê: MUBI
19ê meha 11an ya 2023yan Guhdar H. ji Whatsappê tevî fotografekê mesajek şand. Di fotografekê de, li deftereka spîral şiîreka min hatibû nivîsîn û di mesajê de wanî nivîsîbû Guhdar H.: Silav Ömer, hêvî dikim tu rind û silamet bî 🪷 Hevaleka min heye niha di 57 salîya xwe da biryar da ku hînî Kurmancîya ku ji bîrkirîye bibe, min jî rabû “Zilfên Zelîxayê” ji re şand, gotîye “tüylerim diken diken oldu” û di heyeta xwe da yekem car metnek bi zimanê xwe nivîsîye. Eynî royê, 19ê meha 11an ya 2023yan min jî cewab nivîsî. Guhdar H., Saxî û silametîya te dixwazim, ez îdare dikim, spas. Mesaja te vê sibê ez ji Diyarbekirê rakirim birim Stenbolê. Çûm wan salên ku ez li ser Zulfên Zelîxayê dişixulîm. Min Zulfên Zelîxayê serê salên 2010î li Stenbolê nivîsîbû. Ez kanim vê eşkere bêjim, hîn dema min nû nivîsîna Zulfên Zelîxayê qedandibû min hîs kiribû ku sirek di vê şiîrê de heye. Bi vê sirrê ji şiîrên min tewrî zêde Zulfên Zelîxayê tê zanîn û tê hezkirin. Şiîr li mal û merasîman pir hatiye xwendin û pir şor û gotin hatine ber guhên min ser vê şiîrê. Rokê hevalekê ez û xanimefendîyeka jixwerazî bi hevdu dane naskirin ku em muhabet bikin. Xanimefendî akademîsyen bû. Muhabeta me doş bû çerx bû hat ser edebiyatê. De ku yek min nas nake, ser min tiştekî nizanibe, ez pir behsa xwe nakim, nikanim, dibêjim, ez tercûman im, tercûmanîyê dikim û hew. Vê xanimefendîyê edebîyat zanibû, piştî behsa kitaban kir, behsa şiîrekê jî kir ku ew bi girî kiriye. Şiîra ku behsê dikir Zulfên Zelîxayê bû, lê wê nizanibû ku şairê şiîrê li hember wê rûniştiye. Hinekî bi fedî hinekî bi xurûr hinekî şa hinekî şikestî min ji xanimefendî re got ku ‘’Ez wê şiîrê zanim, li min jî tesîr kiriye, min nivîsîye..’’ Ku min werga got şok bû xanimefendî. Berê bawer nekir, lê dûra cidîyetek hat ket muhabeta me. Min ew xanimefendî cara pêşî û cara dawî wê royê dî. Careka din min nexwest ez wê bibînim. Ne jiber tiştekî, sankî me careka din hevdu bidîta dikira derbek li şiîrê keta, min got bira derb li min keve, lê bira li şiîrê nekeve. Salê carekê du caran ez jî vedikim Zulfên Zelîxayê dixwînim. Her ku sal derbaz dibin tesîra wê girantir dibe li ser min. Her jinek, her mêrek, di Zulfên Zelîxayê de tiştekî cihê dibîne û şiîr pê di dilan de dimîne. Te ji henûnîya dilê xwe Zulfên Zelîxayê ji hevala xwe re şandiye û hevala te jî ji henûnîya bîra xwe ew li defterê danîye. Barek silav barek hurmetên ji pencerê li payîzê dinêrin. Ömer Faruk Baran [email protected]
17ê meha 11an ya 2023yan e-mailek şand Guhdar L. Di e-mailê de wanî nivîsîbû:
Silav ! Ji nameya aciz bûm, nivîsa min qet ne xweşik e ya. Tu pir behsa şevên bêxew dike. Xewên demên berê jixwe nema nin, kengî xewnên me yên rengîn qediya , xewên me jî di nava şevan de herimî.. Tu romana " Uyuyan Adam Georges Perec” xwendiye gelo ? Eger tu nexwandibe dikari li ser Mûbiye, fîlmên wê heye di sala 1974. Fîlmek xweş e, te’ma romanê xweş daye û nizanim ez dibêjim tê ji wî karekter î zêde tiştan bibîne û bişibîne hebûna xwe.
Eynî royê, 17ê meha 11an ya 2023yan min jî cewab nivîsî.
Guhdar L,
Min ew romana tu behsê dikî nexwendiye, spas, lê ez naxwazim bixwînim jî ya rast. Naxwazim roman, çîrok û şiîran bixwînim êdî. Min çi şiîr bihîstin, çavên min li çi çîrokan ketin û çi roman bi serê min de hatin, bes e.
Te di e-maila xwe de behsa kîjan fîlmê kiriye min fehm nekir. Fîlm be ezê sêr bikim, îro bû çend ro ne ji mal derneketime, çend ro ne çend fîlm in sêr dikim, min li nêv hev xist, nizanim.
Ha te gotiye nivîsa min ne xweşik e. Na, ewqas jî ne xerab e, îdare dike. Belkî teknolojî rokê îmkanê bide ku em klavyeyê bikin qelema destê xwe, yanî şeklê nivîsa te çito be, klavye jî werga biavêje ser ekranê.. Dibe, seba çi nebe..
Ömer Faruk Baran
Martin Eden ya Jack London ji zarokîya min vir ve li ber çavê min diket, lê wer nedibû qismet ku ez bixwînim. Payîza 2023yan, royeka bi baran min qirar da ku ez rûnim ji MUBIyê qe nebe fîlma Martin Eden sêr kim. Min fîlm vekir û xwe li ber dirêj kir ku çend sahneyên pêşî hatin bîra min. Herhal berê min fîlm vekiribû, nîvçe hiştibû. Rind e min go, rind e ez îcar biqedînim. Ji qesweta barana payîzê bû ji fîlmê bû çi bû, nîvê fîlmê de ez xilmaş bûm, xewa min hat, min fîlm girt û ketime xeweka ne xweş. Ku ez şiyar bûm, min pariyek nan xwar û dîsa li ber fîlmê rûniştim, min nîyet hebû ez biqedînim fîlmê. Dema min dest bi sêrkirina nîvê din yê fîlmê kir min fehm kir ku ya ez xilmaş kirime, ne fîlm e, lê qesweta barana payîzê ye. Fîlma Martin Eden li festîvalên Toronto û Venedîkê xelat sitandine. Bi karaktera fîlmê Martin Eden ez jî vegeriyam gêncîya xwe hinekî. Serê salên 2010î min fehm kiribû ku unîversîte êdî tiştekî nadin û min dîbû ku xwendinî jî ancax xwendinîya însên bi xwe ye. Nola Martin Eden min ji xwe re xwend, xwe pêşve bir, lê dîplomayeka unîversîteyekê neket destê min. Hinek nezanên qaşo xwendî û qaşo pêşketî ne têde ti kesî nebûna dîplomayeka min nekir problemeka mezin heta niha. Nezanên qaşo xwendî û pêşketî hinekên zengîn bûn. Hebûn hebe rind e, rind e pere hebin, lê pereperestî xusetekî pir pîs e bi min. Pereperest dibêjin qey ewê kanibin bi pereyan her tiştî bikirin, lê mal û milk çiqas pir be jî xurûr li derekê nê firotan nê kirîn. Di fîlma Martin Eden de Denise Sardisco bi çelengîya xwe ya sade û samîmî bala min kişand. Ez yê sadebûn ez yê samîmîyetê me, naxwazim şan û şatafat bibe nesîbê min, ne îşê min e.
Ömer Faruk Baran [email protected]
Berî Baranê ya Milco Mancheski, ku fîlmeka sala 1994an e, bi senaryoya xwe ya saxlem û bi muzîkên xwe tesîreka tam li min kir. Fîlm behsa meseleyên etnîk û dînî yên hêla Balkanan dike; meseleyên etnîk û dînî, meseleyên ku her zemanî ji xwînrijandinê re zû zemînê çêdikin. Jiber ku di fîlmê de fotografçiyek heye, fotograf hene ez bi fîlmê hinekî ser hikayeta xwe jî fikirîm. Sala 2014, 2015 û 2016an min ew herbên jiber meseleyên dînî û etnîk çêbûbûn teqîb kirin. Fotografên ji meydanên herbê hîsiyateka pîs çêdikin, li ser xwe bêjim, bo min werga bû. Di serî de ez digirîyam dema min trajedîya herbê didî, lê dûra ku min xwe îqna kir ku karê min kişandina fotografan e, îcar jî jiber çênebûna hîs û hêsiran min ji xwe nefret dikir. Milco Mancheski di Berî Baranê de bi Ernawut û Makedonên ji hevdu nefret dikin halên herba sîvîl raber kiriye. Min bi fotografan ekserî halên sîvîlên li herêmên herbê kişandin û eyba reş min ew derxistin, not û îmzayên min li ser mîna hedîye û xatirayan dan nas û dostan. Ew jî ne bes e, fedîya giran, sala 2021ê li Mêrdînê min bi performansekê fotografên herbê raber kirin. Milet hatibû li gotinên min yên ser fotografan guhdar bike, lê min bi dengê teqîn û peqînê slayteka fotografan da sêrkirinê. Pir poşman im, ne îşê îşan. Herbê, fotografên li herbê psîkolojîya min xerab kiribû, ez seba çi rabûm min bi performansa xwe dilê milet birîn kir ku, seba çi yanî. Milco Manckeski kane bi Berî Baranê halên herbê raber bike û tesîrekê li min bike, ez Ömer Faruk Baran nikanim piştî herbê bi fotografên xwe tesîrekê li însanan bikim, naxwazim. Ne pir in jî fotografên min yên herbê, lê ro bihata, baranek bihata bi ser de, min hard-dîska xwe ya ku ew fotografên herbê têda biavêta ber baranê û bîr bikira, her tişt bîr bikira. Ömer Faruk Baran
Qirara Veqetînê, bi Tirkî, Ayrılma Kararı ya Park Chan-wook bi navê xwe bala min kişand di MUBIyê de. Park Chan-wook bi vê fîlma romantîk û dramatîk sala 2022yan li Cannesê xelat sitandiye; ne seba xelatê lê seba navê wê min vekir, sêr kir fîlm. Fîlmê jiber qelebalixîyê ez westandim hinekî di serî de, sankî ber bi talîya fîlmê ve meseleya wê ji hev derket û ez ancax ketim atmosferê.
***
Bi Qirara Veqetînê ez kanim bêjim sedsala 21ê înternet xist her derê û pê re şubhe jî ket her dilî: Di vê sedsalê de sedeqat, samîmîyeta ji dil ne mimkun e hebe jibo jin û mêrên bi hevdu re dimeşin. Înternetê eşkere raber kir ku modernîzm, medenîyeta sedsala 20an li sedsala 21ê kar nake û însan zebt nabe gava li hez û heyecanê digere. Hez û heyecana ku ji rêka xwe ya esîl derdikeve jî hizûr û heyatê diherimîne, bela li ser belayan tîne. Heyranê wan însanên han im ku kanin qirara veqetînê bidin û vediqetin qaşo. Gorey min heta înternet hebe veqetîn tuneye, dûrketin heye, lê veqetîn tuneye. Kî kê diterikîne, kî kê berdide, kî ji kê vediqete Xudê hebînî? Herkes ji berê bêtir bi herkesî re ye, herkes ji berê bêtir herkesî teqîb dike.
*** Her sedsalê însan tim eynî însan e, bes hinek deman qalib û qaîdeyên dewrekê pûç dibin, bêmehne dimînin û guherîn destpê dikin jibo însan dîsa eynî însan bimînin. Em li vê demê rast hatin, krîz û kaosên me yên mezin wê qirarên me yên veqetînê biguherînin û emê dîsa însan bimînin û emê veneqetin çi bi qirar, çi bê qirar. Ömer Faruk Baran
Min ji MUBIyê All The Beauty And The Bloodshed sêr kir. Fîlm bi bîyografîya Nan Goldin, bi fotografên wê, heyatên bêhizûr û mekanîzmayên mucadeleyê raber dike. Fotografên Nan Goldin îlham dan min ku ez hema makîneya xwe rakim û derkevim herim fotografan bikişînim. Lê Nan Goldin portre kişandine, ew jî ne îşê min e: Ez ti carî nêzîkî însanan nebûm ewqas û min ti carî portreyên pir xweşik nekişandin herhal. Makîneya min ya mezin, ewa Fujifilm X-T5, min seba firotanê şand Stenbolê. Belgeya garantîyê xwestin ji min, garantî, lê ka ez çi zanim min ew belge avêt kîjan qutîyê, kîjan quncikî, belge tune, garantîya me tune, em îro hene, siba tune ne. Ez niha bi makîneyeka kompakt, ku markaya wê Olympus e, fotografan dikişînim. Bo van makîneyên kevn gava hereket hebe hinekî problem e, fotograf rind, zelal dernakevin. Bi xumamîya di fotografan de car caran tiştên xweş çêdibin. Pêla deklanşorê bike û berde, çi derket ew e, ew e ma ne heyat jî.. Nan Goldin di fîlmê de behsa derman, eroîn û metamfetamînê dike. Jiber muhafazakarîya mala ez lê mezin bûme, eroîn û alkol li dera han, tew nedihat aqilê min ku ez rokê cixarekê bibim ber devê xwe bikişînim. Serê salên 2010î li ser israran, min cara pêşî li terasa kafeyeka Mêrdînê qedehek şerab vexwar. Dûra, bi halên depresyonên major ez bi dermanan ketim û min bi derbên xwekuştinê sek û sek vexwar. Faydeya dermanan û vexwarinê ew bû ku ez pê têr radiketim. Ne alkol heye di heyata min de niha, ne derman, lê ez pir, pir bêrîya xewa şevan dikim. Jiber ku min dermanên depresyona major xwarin pir tişt çûn ji heyata min, paşê sirf seba ku min xwarina dermanên depresyona major nexwest, red kir dîsa pir tişt çûn ji heyata min. A min fehm kirî ji Nan Goldin, tiştên şaş û fahş çêdibin di heyata herkesî de, lê gerek ew nebin sir. Ez jî hatime dewreke heyata xwe ku barên siran radikim ji ser xwe, ji xwe re hinek siran eşkere dikim û eşkere dibêjim.
Di vê beşê de navên Paşînê hene.
Blog: https://perxudres.blogspot.com
E-mail: [email protected]
Youtube: https://www.youtube.com/perxudres
Di vê beşê de ken heye.
Blog: https://perxudrespodcast.substack.com
E-mail: [email protected]
Youtube: https://www.youtube.com/perxudres
Blog: https://perxudrespodcast.substack.com
E-mail: [email protected]
Youtube: https://www.youtube.com/perxudres
Blog: https://perxudrespodcast.substack.com
E-mail: [email protected]
Youtube: https://www.youtube.com/perxudres
Blog: https://perxudres.blogspot.com
E-mail: [email protected]
Youtube: https://www.youtube.com/perxudres
Di vê beşê de straneka Riha, besteyeka Mehmet Özbek heye. Stran: Kazanci Bedih ve Seyfettin Sucu Eşliğinde Şanlıurfa Sıra Geceleri Vol. 1 Lînka Orîjînala Stranê: https://open.spotify.com/track/4ehqcXZlL9VfdQS5e5Jast?si=2d8b43c3580c4603 Çelenga Çavfetan çiya gewr bûn bi berfan yarê naşîne xeberan ya were ya mektûb rê ke xelas ke min ji van xeman tu yî çelenga çavfetan tu yî çelenga çavfetan derda davêjî ser derdan ji destî te herim kû lê naterkînî şer û herban li çîyan çi binefş e di destên te de meyşûşe ezê çi bikim bêyî te li dilê min dikî neşe tu yî çelenga çavfetan derdan davêjî ser derdan herim kû ji destî te naterikînî şer û herban Gotin: Mehmet Özbek Tercûme: Omer Faruk Baran
Perxudres Podcast li benda mektûbên we ye.
Edit - Mijdar 2023: Adres êdî ne aktîf e.
Di vê beşê de şopa muzîkekê heye.
Blog: https://perxudres.blogspot.com
E-mail: [email protected]
Youtube: https://www.youtube.com/perxudres
Di vê beşê de hal û hikyatên egîdan hene.
Dîsa Mîkaîl.
Va nivîsa bo Botan Timesê hatiye nivîsîn.
Blog: https://perxudrespodcast.substack.com
E-mail: [email protected]
Youtube: https://www.youtube.com/perxudres
Reng û rûyên bajaran jî diguherin nola rûyên însanan.
Blog: https://perxudres.blogspot.com
E-mail: [email protected]
Youtube: https://www.youtube.com/perxudres
Spasîyek li e-mail, mesaj, mektûb, defter û çîçekan.
Kesên dixwazin werin fitara li Diyarbekir gerek e pêşde nav û telefona xwe ji [email protected] re binivîsin.
Edit - Mijdar 2023: E-maila aktif ya Ömer Faruk Baran: [email protected]
Derhêner Fatih Akın, ku ser paradoksên Tirkên li Almanyayê fîlm çêkirine, bi muzîkên diavêje fîlmên xwe hîsên hêsirî datîne sînemaya çavên min.
Mesela ji fîlmên wî, Kin û Bê Êş, bi Tirkî, Kısa ve Acısız, bi straneke Sezen Aksu diqede, lê fîlm bi tesîra dihêle ji cîhê ku diqede jinûve destpê dike. ax darên qewaxê ax darên qewaxê êş li pey min ket, li dû min fîskanîya wê Metin Altıok di sala 1982yan de çap kiriye ev şiîra bi navê Pêşgotin; Sezen Aksu di albumeke 1988an de gotiye. Navê kitaba ku Altıok ew şiîra bi darên qewaxê xistiyê, Trajedîyên Biçûk e. Trajedî: Metin Altıok di sala 1993yan de li Madımak Oteliyê tevî bi dehan hevalên xwe tê şewitandin, hefteyekê li ber xwe dide û dimire. Sax im, di guhên min de ew stran dimeşim bi mij û morana Diyarbekir re. Dernaxim makîneya xwe, nakişînim fotografan, sankî xeyidîme ji bajêr, li dilê min çend kêr. Pall Weşanê e-maileke ser spasîya bo sponsorîyê şandiye ji min re û ez dawetî kokteylê kirime. Nexweş im, çavên min nabire ez herim bi ken û kêf bireqisim li kokteylê. Naxwazim bi rûyekî tehl û tirş zirarê bidim atmosferê. Min ku ‘’l’’yek ‘’Weşan’’ek li Pall Weşanê zêde kiriye, çi bikim wekî din, zêdegavî ye. Şêrînekê hejmara 2yan ya LEWergerê anîye ji min re. Çavê min li Walter Benjamin dikeve. Benjamin dibêje, serê sibê dema hûn ji xew radibin behsa xewnên xwe mekin. Bi ya Benjamin, ha serê sibê bêyî ku tu tiştekî bixwî te behsa xewna xwe kiriye, ha te di xew de şor kiriye, eynî ye. Hevalekî min î gênc ji kansêrê miriye. Li Whatsappê navê wî dinivîsim, nabînim tiştekî. Min jê biriye, heyatê ew jê biriye. Wê heyat rokê min jî jê bibe.
Bijareyekê çêdikim ji rojnivîsk û xatirayên Zinarê Xamo. Bloger Zinarê Xamo dibêje ‘’Berî ez bimrim bibînim ku ev bijare çap dibe’’ Kî dimire kî dimîne, nivîs dimîne, Zinarê Xamo li dinyaya dîjîtal bi bloga xwe dimîne. Sar e dinê, diqerimim. Ê dîsa dicemide Hîvron e. Guhdar A e-mektûbek şandiye. Mektûb wisa destpê dike: Fehm nakim çima ji te hez dikim û dîsa fehm nakim çima tu tehmulî min nakî. Jê pê ve çi hatiye nivîsîn? Ku çi hatiye nivîsîn; cewaba min ya kin: Tehmûla min li min jî tune Guhdar A. Ez bi xwe re herbê dikim tim. Fehm nakim çima, dîsa fehm nakim çima bi xwe re herbê dikim. Tara Mamedova bi stran û klîbeke nû tê: Sîno. Ser fikra esasî ya klibê Tara dibêje ‘’Dinya weke ku ketiye nava bîreke bêserûber; şer, kuştina jinan, feqîrî, koçberî, krîzên ekonomîk û ekolojîk.. Em hesreta hêvîyeka biçûk in.’’ Dinya, dinya ya ku ji bejn û bala Tarayê re jî hêvîyeka biçûk nehiştiye, wê çi bihêle ji derd û depresîfan re. Pûç, pûç, miçiqî û meliqî, wî berde xêra wî ji te re tune, wê berde xêra wê ji te re tune. Ciwanek ji min dixwaze ku ez şiîreke Metin Eloğlu tercûme bikim, ji Tirkî ber bi Kurmancî ve. Di şiîrên Metin Eloğlu de Kurd hene. Di fîlmên Fatih Akın de Kurd. Ez ku Kurd, nizanim ez li kû heme. Jêder: Altıok, Metin: Bir Acıya Kiracı, Kırmızı Kedi Yayınevi, 2021 Lewerger: Kovara Wergera Helbestê ya Çarmehane, Hejmar -2, 2023 Belge, Murat: Şairaneden Şiirsele, Türkiye'de Modern Şiir, İletişim Yayınları, 2018 Eloğlu, Metin: Bu Yalnızlık Benim - Toplu Şiirler (1951-1984, Yapı Kredi Yayınları, 2022 Youtube: https://www.youtube.com/watch?v=RrWjSAVpQFo&t=63s
Fotoya li qapaxê: Metin Altıok.
Edît, Tebax 2023: Adresa nû ya mektûban: Posta Kutus 5, Suriçi PTT, Diyarbakır.
Adres: Posta Kutusu 50, Yenişehir PTT - Diyarbakır.
Edit - Mijdar 2023: Ev adres êdî ne aktîf e.
Di vê beşê de meseleyên li dora 10 muzîkan hene ku min îsal pir guhdar kirine.
Di vê beşê de cewaba bo mektûba Guhdar N. heye.
te ez nekenandim, tim kirim girî derd te anîn li derdan zêdekirî bi ser derdan de te zilm kirî sankî Xudê yî tu, te ez çêkirî dilê min î li îsyanê carek be jî bibihîse li eşqê tî me, de hez bike ma ne bes e Gotin: Uğur Bayar Tercûme: Omer Faruk Baran
Perxudres Podcastê di Adara 2022yan de dest bi weşanê kir û di demeke pir kin de deng da û ket guh, dil, aqil û çavên bi hezaran guhdar. . Êdî di ser îstatîstîkan re bi rihetî dikarim bibêjim ku her hefte bi hezaran guhdar li benda beşa nû ya 5:50 pm ya roja Pêncşemê ne. Elbet li gor meraqa her guhdarekî yek caran beşên pir rind çêdibin di vê podcastê de, yek caran pir xerab û yek caran, ne rind ne xerab, lê îdare bi qasî îdareyê. Jixwe eynî nola guhdaran ez jî car heye hin beşan pir diecibînim û dibêjim ‘’Ê la weeeee, çi podcast bû, heram in di ser vê re podcast!’’ û car heye jî naecibînim û dibêjim, ‘’Niha ez û podcast çiyê hevdu ne yanî, va çi bela bû ez ketimê..’’ Bes pê pir şa û şên im ku guhdar ji min zêdetir li Perxudres Podcastê xwedî derdikevin û bi şor û şîretên xwe tim tesîrê li reng û rûyê wê dikin. Guhdar; guhdar jî çêşîd-çêşîd in. Pê dihisim ku hin kes jiber sekna min ya qaşo-sîyasî Perxudres Podcastê bi dizî guhdar dikin; çito ku milîyetcîyên Tirk wextekê Ahmet Kaya bi dizî guhdar dikirin, werga. Dîsa pê dihisim ku hin memûrên dewleta Tirkîyê jî jiber ku karên Kurdî meselyên tirs û talûkeyê ne li gor dewletê, bi tenê gava li dora wan kes tune be Perxudres Podcastê vedikin. Kî be, çi kes be jî guhdar, Perxudres Podcast bi refleksên rojnamegerîyê, bi tehmeke têde edebîyat heye, bi vîzoreke rasterast li sebeb û serencaman dinêre li xwe dinêre û hêdî hêdî, hûrik hûrik hindik hindik be jî dixwaze bi xebat û xîretê kalîteyê deyne ser kalîteyê ku jê pê ve qirar ya guhdaran e. Qirar bira ya guhdaran be, lê bira mektûb ya min. Çinku bi dengê sazbendên derdgiran ‘’Mektûba di zerfê de ez û tu ne lêê..’’ Bi salan e şorên dipdirêj ên li ser telefonê hez nakim, muhbetên mecbûrî ne têde, sohbetên li ser Whatsappê jî xulqê min teng dikin. Ji şorê, ji sohbet û muhbetê çito û çira dûr ketim; cewaba wê di xatirayên zimanekî birîndar de ye, lê mesele ne ew e. Seba guhdar, nas û dost kanibin mektûban bişînin min li PTT ya Yenişehir ya Diyarbekir, posta kutusu, qutîya posteyê vekir, posta kutusu 50. Ezê li benda mektûban bim. Fikir dibin, fotograf dibin, hez û hurmet dibin, derd û derman dibin, çi zanim çi dibin, mektûb bin di zerfan de bin û werin. Ez ji mektûban pir hez dikim, ma ne hîs û hiş ji her derê pirtir di mektûban de li hev dicivin, ma ne..
Edit, Mijdar 2023: Ev adres êdî ne aktîf e.
Omer Faruk Baran va şiîra li Diyarbekirê li mala xwe ya nêzîkî Cahit Sıtkı Tarancı Sokakê şeveka havîna 2022yan tercûme kiriye.
Di vê beşê de fîlm, muzîk û dengên ketine nav hevdu hene.
Jêder
Bulut, Selahattin: Bir Yalnız Adam, Weşanên Elma, 2005
Ceylan, Nuri Bilge: Bir Zamanlar Anadolu'da, Doğan Kitap, 2019
Sahneya Stranê ya Bir Zamanlar Anadolu'da, https://www.youtube.com/watch?v=awiGDxTwSNQ
Şiîreke Rojen Barnas bi Dengê Ciwan Haco, https://www.youtube.com/watch?v=sMak2ewF_Rg
Straneke İbrahim Tatlıses https://www.youtube.com/watch?v=VTbGbKU5eBA
Di vê beşê de şevek û şerek heye li dora Kurdî û Tirkî.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/12-sevek-u-serek-duzimaniyen-dewreke-4f0
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/hV7hRn9ZFwc?si=hUxLJrNkL6_s_Wz1
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0ZDJocer5LS45cfhbRpi8f?si=182aa3b08e2a4068
Di vê beşê de manaya bilibendê û çend sirên wê mashupê hene. #bilibende
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/11-manaya-bilibende-u-cend-siren-0e0
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/OX6ZKLK64yo?si=nJ8Wk--DEgyzwctD Spotify:https://open.spotify.com/episode/5PP2L68QakZYeSny6Zye6y?si=77e81bfc76324102
Di vê beşê de tarîxeke li dora Dêrsimê heye.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/10-dewra-dersimi-rojnameyeke-babacan-0b9
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/5_7dh_MGob0?si=VfEJDwgkM6Jgt_Wm
Spotify:https://open.spotify.com/episode/0qMei7h5HypKF0rg66Yfd5?si=314bfc318efe4745
Di vê beşê de zimanê rojnamegerîyê, resepsîyoneke Süleyman Demirel, zebeşên Dîyarbekir û kamyon, hêlîkopter, dozêr û dolmîş hene.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/9-bina-barude-zebes-dozer-u-dolmisen-62e
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/EbgZ3sSZlLk?si=iC5NyzggsjcgHf9x
Spotify:https://open.spotify.com/episode/5AWfrgjtSby9WFTuIEc6C0?si=0854dd43e0dd41e1
Di vê beşê de, peyva "aşî"yê, zengînîya Şêx Seîd, raporeke İHDê û kuryeyên Kovara Hawarê hene.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/8-ji-asiye-heta-hawaren-suriye-u-e03
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/u-AJ98RosR8?si=t95L8U-w_cbuWmJ3
Spotify:https://open.spotify.com/episode/6S54JY02G7idsSJ3fm4J44?si=a43c2d2590284cc3
Di vê beşê de bi dengê Teoman dilên depresîf, xurura xemekê û welatek hene. #teoman
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/7-dilen-depresif-xurura-xemeke-u-698
Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/0uDlLD-kGrI?si=aWMVZoE5TgfhwnTA
Spotify:https://open.spotify.com/episode/1PryHIuoreIvD2dvplThg7?si=a22eb551c0d546e5
Di vê beşê de meyleke Cemal Süreya, peyveke berbelav, konsera Delîl Dîlanar û zimanê Brîtanîyan heye.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/6-siyaseta-sairan-konser-u-zimane-414 Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/
Youtube:https://youtu.be/vc0NwZCwNmw?si=E9kLmDqqMzGNtx8Y Spotify:https://open.spotify.com/episode/3gJ4vCu6ji3ifOzzPXpD2X?si=2bc8f9f9c6f34864
Di vê beşê de fikreke Yaşar Kemal, şiîreke Şehmus Kurt û pêşgotineke Roger Lescot heye.
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/5-saeteke-carpe-diem-peyvek-u-pesgotinek-f62 Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https:https://youtu.be/KmT6X2RCfLc?si=MrhQDHy6jdqS_XU_ Spotify:https://open.spotify.com/episode/2xHyvtzdonks20DFEMOGSl?si=59a01d91c83e43a7
Di vê beşê de şiîr û şoreşa Mayakovsky heye
Substack:https://perxudrespodcast.substack.com/p/4-li-ser-riya-sorese-kustin-u-xwekustin-9de Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/-7fSq6ssmZo?si=Vd6QZqAnSIQv5DXD Spotify:https://open.spotify.com/episode/5bgTIhrX3gc3vdcBvriUna?si=3342a057e13c4468
Di vê beşê de, nameyeke mamosteyeke li Hekarî kar kiriye heye.
Substack:https:https://perxudrespodcast.substack.com/p/2-mektubeke-bi-barek-sitiri-e78 Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/_Gfe0RdQnjI?si=8oyUJBY5601DwHwE Spotify:https://open.spotify.com/episode/0MJaH7AY1PmBOHffqZDKFe?si=c97754d7b91e43ff
Di demeke nêz de destpê dike..
Substack:https:https://perxudrespodcast.substack.com/p/destpek-4bc Blogspot:https://perxudres.blogspot.com/ Youtube:https://youtu.be/ITA2xwAygeM?si=Kyt1IeuvtSOE4ODP Spotify:https://open.spotify.com/episode/3lJIRuFdonKXJzAySZhMN0?si=f2dd0574b5e649dc
En liten tjänst av I'm With Friends. Finns även på engelska.